Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Derhênerê kurd Bahman Gobadî û yê fars Asghar Farhadiyî di rojên derbasbûyî de du daxuyaniyên cida dabûn û bang li sînemagerên cîhanê kiribûn da ku piştgiriyê bidin xwenîşandanên li Îranê dibin.
“Polîsên exlaqparêz” li Îranê, Jîna Mahsa Emînî desteser kiribûn û rewşa Emîniyê li qereqolê nebaş bûbû, ew miribû. Bi mirina Emîniyê re li gelek bajarên Îranê xwenîşandan destpê kiribûn û hîna jî dewam dikin.
Piştî xwenîşandan destpê kiribûn Gobadî û Farhadî bang li sînemageran kiribûn. Niha jî ji Tirkiyeyê sînemageran kampanyayek îmzeyê ya piştgiriyê dane destpêkirin. Metna kampanyayê bi tirkî û kurdî hatiye amadekirin ku heta niha 427 kedkarên sînemayê îmze kirine.
“Azadî, nirxê sereke yê hevbeş e”
Metna kampanyayê ya sînemageran wiha ye:
“Em têkoşîna azadî ya xwişkên me yên Îranî ya li dijî zext û zilmê didome bi awayeke metirsîdar dişopînin. Di xwepêşandana protestoya kuştina Jîna Mahsa Aminî de ku ji hêla hêzên rejîma Îranê ve bi hinceta serê wê bi hîcabê bi rêk û pêk nehatibû nixumandin hate kuştin, Hadis Najafî bi 6 guleyan hat kuştin. Em êşa jin û mêrên wêrek ku di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane ji dil ve hîs dikin û hevxemiya xwe radigihînin.
Azadî, nirxê sereke yê hevbeş ê mirovahiyê ye ku tu car dev jê nayê berdan.
Em serê xwe li hember gelê bi rûmet ku ji bo mafên xwe bê tirs ber xwe didin ditewînin. Îro yan sibê em hêvîdar in azadî dê bi ser keve.
Em li ba we ne. Em birayê we ne.
Sînemagerên Tirkiyeyî.”
(EMK/FD)