Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xebatkarê Kovara Modernîteya Demokratîk Ramazan Dîşari duh dema di kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tekîrdagê de kovar belav kiriye hatiye desteserkirin. Dîşari birine Midûriyeta Emniyetê ya Tekîrdagê û bi îdiayên ku “endamê rêxistinê ye”, “propagandaya rêxistinê kiriye” û “fînansmaniya rêxistinê dike” îfadeya wî hatiye girtin.
Dîşari îddiayên li xwe qebûl nekiriye û daye zanîn ku kovaran ji weşanxaneyan digire û difiroşe û ev yek jî sûc nîne.
Di heman demê de Dîşari di dema êrişa li dijî avahiya HDPa Bahçelîevlerê ya di 28ê Kanûna 2021an de li avahiya partiyê bûye û di êrişê de ji hêla êrişkar Muhammet Eren Sutçu ve hatibû birîndarkirin.
Têkildarî êrişê jî Dîşari bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû. Dîşari, di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku ew endamê HDPê ye û nûçeyên derheqê wî de ne tenê di MAyê de lê di gelek malperên nûçeyan de hatine weşandin.
Dîşari, îro sewqî Edliyeya Tekîrdagê kirine û dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî 2emîn Dadgeriya Cezê û Aştiyê ya Tekîrdagê kiriye. Dîşari, li dadgeriyê jî heman îfadeyê xwe dubare kiriye.
Parêzerê Dîşari, Ozcan Kiliç daye zanîn ku dahata kovaran hezar lîre jî nagirin û wiha gotiye: “Lewma mirov nikare bi vê yekê alîkarî fînansî daye rêxistinê. Miwekîlê min yek ji berpirsyarên kovarê nîne û lewma nikare bê sûcdarkirin. Qerta çapemeniyê ya li ser Dîşari jî tenê qerta danasînê ye. Delîlên heyî di dosyayê de hene û gumaneke ku delîlan tune bike li holê nîne. Her wiha navnîşana wî diyar e û gumana revê jî nîne. Ji ber vê sedemê jî dixwazim ku miwekîlê min bi awayekî negirtî bê darizandin.”
Piştî parastinê heyeta dadgehê ji ber naveroka Kovara Modernîteya Demokratîk, biryara girtina Dîşari daye û ew şandine Girtîgeha Mûratli ya Tekîrdagê.(AY/TY)