Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Iranê bi hêceta ku hinek porê wê li der bûye Mahsa Emînî hatibû desteserkirin û piştre miribû. Li piştî mirina wê li seranserê wî welatî xwepêşandanan destpê kiribûn. Polîs destûr nadin rojnameger bûyeran bişopîne û rojnameger bûne hedefên wan.
Bi taybetî li Tehran, paytexta wî welatî ku astengkirina înternetê lê didome, polîs nahêlin rojnameger bûyeran bişopînin.
Li qadên ku xwepêşandan lê tên lidarxistin, polîsan rojnamegeran desteserdikin. Rojnamegerên ku tên desteserkirin “sîxuriyê” tên tohmetbarkirin.
Sendîkaya Rojnamegerên Tehranê lîsteyek ji 10 rojnamegerên ku duh li paytext Tehranê hatine desteserkirin eşkere kiriye.
Sendîkaya daye zanîn ku Nîloufer Hemedî, Ruhullah Nexayî, Fateme Recebî, Elîreza Xoşteb, Mectebî Rehîmî, Vîda Rebbanî, Elaha Mihemedî, Elnaz Mihemedî, Hemed Şefîî û Yalda Meîrî an di girtîgehê de ne an jî desteserkirîne ne her weha daxwaza berdana wan rojnamegeran kiriye.
Îran di Indeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) de di nav 180 welatan de di rêza 178an de ye.(HA/AY)