Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parêzeran aniye ziman ku metirsiya demboriya doza qetlîama Vartînîsê heye û xwestine ku derbarê bersûc Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendirmeyan yê navçeyê yê wê demê de bultena sor were derxistin. Her weha derbarê bersûcê navborî de biryara zeftkirinê heye.
Danişîna dozê li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê ji nû ve pêk hatiye û dadgehê derbarê daxwaza parêzeran de biryar nedaye.
Danişîn Taloqî 20ê Çiriya Pêşiya 2022an kiriye.
Kadîr Karacelîk, parêzerê mexdûran, Serokê Baroya Mûşê, bi bianetê re wiha axivîbû:
“Hê metirsî heye ku dema yasayî biqede. Lê em li bendê ne ku piştî biryara girtinê pêk were, pêvajoya dozê bilez bibe, di çend danişînan de biryar were dayîn.”
Bixwîne- Di doza Vartînîsê de dadgehê biryara girtina fermandarî daye
Aysel Ogut ku ji komkujiyê filitîbû û xizmên malbatê tevlî danişînê bûne. Parêzerên dozê jî bi Sîstema Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tevlî danişînê bûne.
Piştî tespîtkirina nasnameyan di destpêkê de Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk axivîye. Karaçelîk destnîşan kiriye ku mimkune ku doz têkeve ber demboriyê û xwestiye ku derbarê Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê wê demê Bulent Karaoglû de bultena sor bê derxistin.
Ji malbatê Nûrûllah Ogut jî gotiye: "Bersûc mirovekî hov e. Dê dozger jî, dadger jî û welatiyan jîb ikuje. Me dît bê çawa em kuştin. Bulent Karaoglû ne zilamekî rasteqîn ê dewletê ye. Di danişîna şeşan de diyar kir ku ser serdarekî sixte ye. Divê rutbeyên wî bên betalkirin ku karibe were. Bulent efserek kuşt. Karaoglû tê, esfer Mûstafa tîne nava Altinovayê. Çûn û hatine wî sê deqe ye. PIştî dengê çekê, bi 2-3 deqeyan. Hem Mustafa dikuje hem jî li cem hevjîna wî şînê digire. Bulent Karaoglû, li Altinovayê dewlet ava kir. Divê em bidin dû vî zilamî. 7 caran hat vira. Me xwe ragirt û lêneda. Zilm li me kiriye lê hûn hê jî difikirin em bultena sor derxin an na. Em baş dizanin Bulent li tu derî li gor qanûnê hereket nekiriye. Dest deynin ser meaşê wî û rytbeya wî ku bê."
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind gotibû ku lêpirsîn û peyketineke bibandor nehatiye kirin û divê dadgehkirin jinû ve bibe.
Mehmet Nasir Ogutê 14 salî, Eşref Oran, Sevda Ogut, Sevim Ogut, Mehmet Şakir Ogut, Mehmet Şirin Ogut, Aycan Ogut, Cihan Ogut û Cinal Ogut di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yê de li gundê Wartinîsê yê navçeya Têliya Mûşê agir bera mala wan dan û ew kuştin.
Doz derbarê qetlîamê de hatibû vekirin û di 1ê Gulana 2016an de li Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hemû bersûcan ji ber “kêmbûna delîlan” beraet kiribû.
Daîreya Cezayan a 1em a Dadgeha Bilind ji bilî ya derbarê Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê Navçeyê biryara beraetkirina bersûcên din qebûl kiriye. Biryara beraeta derbarê Karagolûyî de qebûl nekiriye. (AS/AY)