Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna biryardayînê ya doza qetilkirina Mûsa Anterî li Dadgeha 6ê ya Cezayê Giran a Enqereyê pêk hatiye.
Mûsa Anter di 20ê Îlona 1992yan de li Amedê hatibû qetilkirin.
Saloa ku danişînê lê dihat lidarxistin ji ber ku biçûk bû, danişîn li salona Dadgeha 24an a Cezayê Giran Enqereyê pêk hatiye.
Parêzeran daxwaz kiriye ku dozê bixin nava sûcên li dijî mirovahiyê. Heyeta Dadgeha 6ê ya Cezayê Giran a Enqereyê daxwaza parêzeran nepejirandiye û li gorî daxwaza dozgerî biryar daye. Li gorî vê biryarê doza qetilkirina Mûsa Anterî betal bûye.
Malbata Anterî û beşdaran bertek nîşan daye.
Beşdar
Dîcle Anter, kurê Mûsa Anter, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan ên HDPyê, parlementer, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHDyê Nûray Çevîrmen, Serokê ÎHDyê yê Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn, rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol, Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Şukran Dogan, Dozgerê berê Îljan Cîhaner ku îdianameya ewil a derbarê Doza JÎTEMyê de amade kiribû, Nûnerê DÎSK Basin-ÎŞê yê Herêma Anatolyaya Navîn Tûrgût Dedeoglû, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) û Hiqûqa Civakî jî di nav de gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên bajêr tevlî danişînê bûne.
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kiriye. Di danişîna bêbersûc de serokê dadgehê dokumanên ketine nava dosyeyê xwendine.
Di danişînê de destpêkê Hevserokê Giştî yê ÎHDyê Ozturk Turdogan axiviye. Turkdogan bal kişandiye ser vekirina doza qetilkirina Anterî û dozên hatine yekkirin û gotiye, "Dixwazim diyar bikim ku edalet derbek giran xwariye." Turkdoganî destnîşan kiriye ku dosyeya qetilkirina Anterî divê ji dosyeyên din ên neyê veqetandin û divê ev doz di çaçroveya sûcê li hemberî mirovahiyê de bê qebûlkirin û nekeve ber demboriyê.
Piştî Turkdoganî, parêzerên din axivîne. Parêzeran destnîşan kirine ku ew kujeran nas dikin û lewma divê ev doz nekeve ber demboriyê.
Paşê nameya ku Orhan Mîroglûyê Parlamenterê berê yê AKPyê ya nivîskî amade kiriye, hatiye xwendin. Serhat Menzîlcîoglû, parêzerê Mîroglûyî ev name xwendiye û gotiye ku 30 sal in li edaletê digere û PKK bi kuştina Mûsa Anterî tohmetbar kiriye.
Parêzerên gilîkaran bertek nîşanî nameya Mîroglûyî dane û gotine ku xwendina nameyê ne li gor usûlê ye. Parêzer Nûray Ozdoganê jî gotiye: "Gel bi tiştekî dizane, divê bibêje. Ne wekî şahid, divê wekî bersûc bê guhdarkirin."
Serokê Daireya Kontrterorê yê MÎTê yê berê Mehmet Eymur, gava wekî şahid hatibû guhdarkirin gotibû Mîroglû sîxurê dewletê ye û ew wî bi navê "Tayfûn" nas dikin.
Bi dû re Dîcle Anter, kurê Mûsa Anterî axiviye. Dîcle Anterî ji heyeta dadgehê re gotiye li ahiyê dad û rastiyê biryarê bidin.
Piştî axaftinan dozgerî xwestiye doz ji ber demboriyê bê betalkirin. Parêzerên bersûcan jî diyar kirin ku tevlî mutalaaya dozger dibin.
Heyeta dadgehê jî ji bo biryarê bide navberek daye dadgehkirinê. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kiriye û bi hinceta ku di ser doza qetilkirina Mûsa Anterî re 30 sal derbas bûne û ketiye ber demboriyê, biryara betalkirina dozê daye.
Her wiha dadgehê xwest kontrola edlî ya derbarê bersûcê dozê Hamît Yildirim de jî bê rakirin. (AEK/FD)