Wêne:Cornalia Li
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
|
Kemal Kiliçdaroglû di 16ê Tîrmeha 2021ê de li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û got: "Dema ku em bûn desthilat, em û mêvanên xwe yên sûriyeyî li hev helal bikin û em ê di nava du salan de wan bişînin welatên wan. Ev yek pênc tiştên sereke ye ku wê di dema desthilata me de pêk bê." Vê peyamê hişt ku nîqaşên derbarê penaberên li Tirkiyeyê zêdetir bibin û nîqaşên heyî jî gûr bibin. Bi taybet jî ji bo afganistaniyan, ew ên ku dibêjin pêleke nû ya koçberiyê çêkirine.
Dema siyasetmedaran derbarê pêla nû ya koçberên afganistanî de nêrînên xwe bilêv dikirin, rojnamegeran li ser bendewariyên siberojê yên penaberan û derbarê bûyerên li ser sînorî de nûçe dinivîsandin. Bi akademisyen û nûnerên rêxistinên civaka sivîl re diaxivîn.
Tu dikarî beşa yekem a "Di rojên xweş û ne xweş de" ya bi navê "Malbat" li ser hemû platformên podcastê guhdar bikî: Spotify, ApplePodcast, Youtube
Wê demê rewşa penaberan û siberoja wan a li Tirkiyeyê di rojevê de bû. Car caran bertek digihîştin asta nîjadperestî û cidakariyê. Ev rewş bi qasî mehekê dewam kir. Piştî wê, di 10ê Tebaxa 2021ê de li Taxa Battalgaziyê ya navçeya Altindagê ya Enqereyê, di navbera komeke sûriyeyî û niştecihên taxê de pevçûnekê rû da. Di encama vê pevçûnê de Emîrhan Yalniç birîndar bû û ew li nexweşxaneyê mir. Piştî vê bûyerê li taxên Onder û Battalgaziyê rewş aloztir bû û êrîş birin ser xanî û dikanên sûriyeyiyên li herdu taxan diman.
Di kanalên televizyonan de agir gûrtir dikin
Mijara penaberan û bi taybet jî mijara sûriyeyiyan ev demeke dirêj e hemû medya dorpêç kiriye. Di ekranên hemû kanalên nûçeyan de yên ku dikin du, çar, şeş, heşt parçeyan, ji akademîsyenan bigire heta pisporên stratejiyan, ji parlamenteran heta rojnamegeran, ji kevneleşkeran bigire heta kevne burokratan hemû kes bi dosyayên di destên xwe de beşdar dibin. Kaxizan ji wan dosyayan derdixin û her carê hejmaran bilêv dikin: Hejmara penaberên ku heta niha hatine, hejmara penaberên ku bûne welatî, hejmara penaberên ku emlak kirîne, penaberên ku sûc kirine, hejmara penaberên ku wê di hilbijartinan de dengan bidin, hejmara penaberên ciwan û mêr û hwd. Piraniya caran jî dema behsa hejmara dikin, şaşwaz dibin, çavê wan diçe ser serê wan, dengê wan dilerize. Dibe ku dixwazin bandorê li ser temaşevanan bikin. Lê ev bandor ne ku ji ber hebûna zanyariyan e lê tirsê, hesta dagirkerinê, heta wêrankariyê çêdike.
Çi hest pê dikin?
Baş e, gelo gotinên nîjadperest û zext û zorên li Tirkiyeyê her diçe zêde dibin bandoreke çawa li penaberan dikin? Hesteke çawa pê dikin? Me guhê xwe da Zeynep C.ya 46 salî. Zeynep C. li Afganistanê dokdor bû. Wê ji me re behsa bertekên nîjadperestan ên li Tirkiyeyê li wê û li malbata wê bûne kir. Zeynep C.yê got ku ji ber zext û zorên nîjadperestiyê û ewlekariya xwe, ew naxwazin biaxivin û car caran dibêje qey ew şepêle ye. Ji bo wê penaberî weke zindanîbûnê ye.
Wê bi van gotinan behsa hestên xwe kir: "Em baş dizanin ku bi ti awayî me naxwazin û me hay ji vê heye. Ji ber wê jî heta ji destê me tê jiyana me girtî, îzole ye." Em li Altindaga Enqereyê bi Zeynep C.yê re rûniştin û axivîn. Ka em guh bidine wê:
Di nava rojê de zext û zordestiya nîjadperestî li we dibe?
Em baş dizanin ku bi ti awayî me naxwazin û me hay ji vê heye. Ji ber wê jî heta ji destê me tê jiyana me girtî, îzole ye. Bi taybet di vê sala dawiyê de gotin û zext û zorên nîjadperest zêde bûn. Ji bo psîkolojiya zarokê xwe û bêhtir jî ji bo ewlekariya wan a canî biparêzin, ez û hevjînê xwe em rûniştin û me biryar standin. Zarokên me jî neçar in li gorî van qaîdeyan tev bigerin.
"Ez şîretan li wan dikim da ku bi tirkî bipeyivin"
Tu dikarî behsa van biryaran bikî?
Keça min a mezin 25 salî ye. Kurên min, 21, 17 û 13 salî ne. Zaroka min a biçûk keç e û ew neh salî ye. Di sala 2017ê de dema em hatin Tirkiyeyê, keça min a mezin li Fakulteya Diransaziyê ya Zanîngeha Kabûlê dixwend. Piştî em hatin Tirkiyeyê perwerdeya xwe dewam nekir. Ji ber ku li Tirkiyeyê statuya Afganistaniyan bi tenê rê li ber wan vedikir ku bi tenê perwerdeya sereke ango ya bingehîn bibînin û jê zêdetir jî, ji ber sedemên ekonomîk ev pêk nehat. Keça min xwe li malê qefalt. Bi ti rengî dernakeve derve, ji odeya xwe jî dernakeve. Perwerdeya her du kurên min ên 21 salî 17 salî jî bi heman rengî ye. Lîse qedandin. Lê ji ber ku penaberên Afganistanî li gorî "statuya parastina navnetewî" tên qebûlkirin û perwerdeya zanîngehê ji bo van kesan bi pereyan e, wan jî nekarîbû li zanîngehê dewam bikin. Kurên min ên mezin ji ber ku nikarîbûn li zanîngehê dewam bikin, ji bo alîkariya debara malê bikin, dest bi kar kirin. Li Kizilayê, di kafeyekê de karê paqijî û firaxşuştinê dikin. Zarokên min ji bo ku heqê rê nedin, ji malê heta Kizilayê dimeşin. Berî her tiştî me li wan qedexe kiriye ku zarok bi tena serê xwe wê tev negerin. Ez naxwazim di rê de bi farisî biaxivin. Ji bo ziman hîn bibin, min ew şandin kûrsa TOMERê. Ez şîreta li wan dikim da ku her du bira di rê de bi tirkî biaxivin. Belê em bi rengekî fermî/tomrkirî li Tirkiyeyê dimînin lê li ser rêya karî ya zarokan her dem polîs nasnameyan kontrol dikin. Dibe ku zarokên min bên desteserkirin, digel ku qeydên wan ên fermî hene, polîs dikarin wan bişînin navenda dersînorkirinê. Di telefonên wan de jimarên min û bavê wan di beşa "lêgerîna lezgîn" de tomarkirî ne. Ger carekê bigerin û bigirin, wê çaxê em fam dikin ku tiştek bi serê wan de hatiye.
Helwesta hêzên emniyetê di dema kontrolkirina nasnameyan de çawa ye?
Rastesart bi polîsan re rûbirû nebûme. Lê mixabin hin tecrûbeyên nebaş ên him yên zarokên min him jî yên zarokên li taxê çêbûn. Polîs gelekî tund e. Jê jî girîngtir, zarokên ku bi rengekî fermî tomarkirî ne jî kom dikin û wan dibin navenda dersînorkirinê. Dewletê mafek daye me. Lê polîs dikarin vî mafê ku dane me, nehesibînin, mehneyekê ji ber xwe derdixin. Me bihîst ku dema zarokên malbatên wan li taxa me ne di rê de dimeşin, polîsan nasnameyên wan xwestine û ew jî bi farisî axivîne. Polîsan ji wan re gotiye "Bi tirkî xeber bidin" û li wan dane.
"Li dijî biyaniyan bi hêrs in"
Hûn bi tenê li malê bi farisî diaxivin ne wisa?
Bi tenê cihê ku em xwe lê ewle his dikin, li wir bi farisî diaxivin. Piştî ku me biryar da ku em bên Tirkiyeyê, ez bi xwe hînî tirkî bûm. Piştî ku em hatin Tirkiyeyê jî, ji bo ku zarokên min tirkî hîn bibin, min ew şandin kursa zimanî ya TOMERê. Ji ber ku li Tirkiyeyê li dijî biyaniyan hêrsek heye. Li nava basan, li bazaran, li her derê. Ez ditirsim li wesayitên çûn û hatinê yên cemawerî siwar bibim.
Te got ku li nava basan, li bazaran "li dijî biyaniyan hêrsek heye". Çi dibe sedem ku tu wisa hest pê bikî?
Her car nabe lê dema ez ji bo basê li bendî dora xwe disekinim, yên li paş min dixwazin bikevin pêşiya min. Tu li bendî dora xwe disekinî lê bi ya wan divê ya herî dawî lê siwar bibî tu yî, car caran dev diavêjin. Dibêjin "Vana her der dagir kirine." Li nava basan, li nava metroyê herî zêde jin bertekan nîşan didin, heta jinên pîr. Ev ji bo min qaîdeyek e: Dema ez li basê siwar bibim, ji bilî zarokên min û hevjînê min, kî telefon bike jî ez bersivê nadim. Her çend ez bi tirkî dizanim jî ne biqasî we. Dema ez li derve bim, zarokên min jî heta ji destê wan tê telefan nakin. Demeke berê ez li basê siwar bûm. Hevjînê min telefon kir. Gelekî nexweş bû. Tirkiya hevjînê min ne baş e. Min kire pistepist û bi hevokên kurt kurt ez bi farisî axivîm. Du jinên pîr yên tirkiyeyî li tenişta hev rûniştibûn. Bi dengekî bilind digotin, "Biçin, bicehemin ji welatê me. Piçekî şerefa we nîne. Ma mirov li cihê ku lê nayê xwestin, dimîne?" Ji bo ku ji otobisê peya bibim ez rabûm, min pê li bişkokê kir. Ez ê li rawestgeha pêş daketama. Jinik hîn jî bi dengê bilind digot, "Hûn mafê zarokên min, neviyên min dixwin." Jin û mêrekî tirkiyeyî yên ciwan midaxele li wê xaltîkê kirin. Ez di wê esnayê de ji basê peya bûm.
"Hêza me ya ji bo şerkirinê nîne"
Te bertek nîşan neda?
Tew. Dema em rastî bertek û zextên nîjadpreset tên ne ez ne jî zarokên min, em bersivê nadin. Em ji ber şer reviyan. Rihê me westiyaye. Hêza me nîne ku em şer bikin, pev biçinin. Lê tişta ku di rastiyê dibe ev e: Dawiya dawî em penaberin. Em in ên ku hatine nava xaka Tirkiyeyê. Dema em li welatê Tirkiyeyiyan bi wan re bikevin nava nîqaşan, ev ji bo me ne baş e.
Par, min cil û berg şuştin û min li şaneşînê ew li ser têlê raxistin. Ber êvarê ez çûm da ku wan kom bikim. Hemû cil bi xetên sipî dagirtî bûn. Min yek ji wan rahiştê, min pê derxist ku ji ava biderman a cilşuştinê ye. Lê min nexwest ez bawer bikim. Min ji xwe re got, "Heta vê radeyê jî naçin." Li avahiya ku em lê rûdinên, malbata Tirkiyeyî ya li jora me rûdinên, nexwestine penaber werin bikevin avahiyê. Lê xwediyê malê û emlakfiroş him baweriya wan bi me hat û him jî bi du qatê bihayê wê dane me. Cîranên me yên li jor gelekî teqûreqê dikin, her gavê tacîz dike. Herî dawî jî ava bi derman a cilşuştinê bera ser cil û bergên me da. Ez newêrîbûm biçin ber deriyê wê. Ez dizanim ku wê gelekî bike qîreqîr.
"Bicehemin biçin welatê xwe"
Te çi kir?
Ez bi lendê mam ku derkeve şanşeînê. Dema derket min bi dengekî nerm jê re got, "Tu jî jin î, ez jî jin im. Tu çima vê dikî Ev kincên zarokên min in. Tu ji me çi dixwazî?" Lê cîrana min got "Min rijand. Erê. Tê çi bike? Tê giliyê min li cem polîsan bike? Hadê biçe bike. Tu kiyî? Tu hatiyî li welatê min bicih bûyî. Bicehimin bçiin welatê xwe. Lê hûn ewqas bêrûmet in ku li cihê hûn lê nayên xwastin lê dimînin." Mîna van tiştan gelek tiştên din jî gotin. Car caran li bazara taxê em rastî hin tiştan tên. Ez bi tena serê xwe diçim bazarê. Lê ger li ber tezgahê bazarê dor hebe û ez li bendê dora xwe bim, Tirkiyeyî tên û dikevin pêşiya me. Ji xwe min nabînin. Yanî di rastiyê de ez li wir im. Ez ji bo pereyan di destê xwe de bidim firoşkarî li bendê disekinim lê kî tê dikeve pêşiya min. Çi gava ku firoşkar ferq bike, wê gavê fêkiyên min digire, wan diwezinîne û pereyan digire.
Ev rewş hesteke çawa bi te re çêdike?
Ez pirsên mîna van ji xwe dikim, "Gelo ez şepêle me? Ez xuya dikim?"
"Dayê êdî bes e, ez nema dikarim"
Hemû cîranên we yên tirkiyeyî li dijî we nîjadperestiyê dikin?
Ez nikarim bibêjim hemû weke hev in. Hin malbatên tirkiyeyî silavê didin. Lê piraniya wan bertekan nîşan didin. Em bibêjin, zarokan bi şaşî pêlavên xwe li ber derî danîn. Yekser dikin qîrîn û li derî didin. Car caran jî pêlav winda dibin. Rojekê hevjînê min dema zibil diavêje, terlikên em pê derdikevin derve yên winda bûbûn, li ser zibil dibîne. Di avahiya me de 10 mal hene. Çar mal ên afganistaniyan in. Malbatên din tirkiyeyî ne. Sê malbatên tirkiyeyî gelekî zext û zorê dikin, qet naxwazin em li avahiyê bijîn. Gava ez li mal bim zarokên min ên biçûk derdikeven ber avahiyê û topê dilîzin. Ez her gavê şîretan li zarokan dikim û ji wan re dibêjim "deng dernexin, kesî aciz nekin". Zarok jî gelekî baldar in. Lê demeke berê deng û qîrîn hat, ez derketim şaneşînê. Du jinên ku li avahiya me, li şaneşînê rûniştine, ji zarokên min re digotin "Xwedê belaya xwe bide we" û dijûn ji wan re didan. Ji ber ku dengê topê serê wan êşandiye. Bandoreke gelekî mezin a dijûnên giron li kurê min kiribû. Min ji zarokên xwe re got, "yekser derkevin jor". Lê kurê min, yekem car li kolanê bi farisî û bi dengekî bilind got, "Dayê bes e êdî, ez nema dikarim. Ez ê vê jinikê bidim sekinandin". Min got "nebî nebî" û ez bi bazdan daketim xwarê. Min bi destê zarokên xwe girtin û ew derxistin jor. Ketiye ser hev, zarok gelekî giriyan wê rojê. Êdî ji bo bi topê bilîzin, naçin bexçeyê.
"Li bazara paleyan li hevjînê min dan"
Zext û zordariya nîjadperestî di nava jiyanê de li hevjînê te dibin?
Hevjînê min li Afganistanê dersdarê wêjeyê bû. Lê li Tirkiyeyê nikare karê xwe bike, ji ber wê jî li înşaetan karkeriyê dike. Mixabin tirkî baş hîn nebû. Bi zehmetî bi tirkî diaxive. Serê sibê saet di 05.45ê de diçe bazara karkeran a li Dişkapiyê. Lê karkeriyên tirkiyeyî bi îdiaya ku karkerên penaber heqdestan kêm dikin, ti carî naxwazin penaber biçin bazarê. Ji ber vê jî gelek caran li bazarê pevçûn çêdibin. Di dema van pevçûnan de du sê caran li hevjînê min jî dane. Esnafên li wir bang li ambûlansê kiriye. Ew birine beşa lezgîn, Nexweşxaneya Dişkapiyê ya SSKyê. Dirûtine. Hayê min jê çêkirin. Dema ew ji nexweşxaneyê derket, min hevjînê xwe anî malê.
Beriya ku ji Sûriyeyê û Afganistanê koçber werin, bi tenê karkerên tirkiyeyî diçûne Bazara Karkeran. Saet li derdora 06.00ê xwediyên kar tên û li bazarê karkeran kom dikin. Em bibêjin, karkerên tirkiyeyî rojane bi 100 lîreyî kar dikin, karkerên penaber dikarin bi 50 lîreyî kar bikin. Karkerên tirkiyeyî jî li gorî xwe mafdar in. Ez bi wan hêrs nakevim. Lê mafên penaberan nînin. Em bi tenê ne, ti kes alîkariyê nake. Pirê caran ew 50 lîreyê tê malê, dibe heqê metbexê yê du sê rojan. Lê bawer bikin, hevjînê min deh rojan li înşaetekê kar dike û bi tenê ji ber ku penaber e xwediyê kar wî pereyî nade.
"Hevjînê min kar kir lê pereyên wî nedanê"
Di vê rewşê de hûn çi dikin?
Hevînê min du caran ji înşaetê ket. Hestiyên wî şikestine. Xwediyê karî ew di wî halî de hilgirtiye, xistiye nava wesayitê û biriye li cihekî din daniye. Ji bo ku ceza lê neyê birîn. Piştî demeke dirêj me agahî ji hevjînê min wergirt. Min xwest ez giliyê xwediyê înşaetê bikim. Ji bo vê min piştgirî xwest. Lê hemû kesî got "Destên xwediyên karan dirêj in. Wê we sirgunî bajarekî din bikin." Me dengê xwe dernexist. Şikenandina hestiyên wî cidî bû. Me heqê dermankirina wî da. Şeş mehan li malê ma. Hezar û 400 lîre deynê wî li xwediyê karê wî yê dawî hebû. Xwediyê kar tenê 300 lîre daye hevjînê min. Kar qediya lê pere neda hevjînê min. Ji ber ku tirkiya min baş bû, min telefonî xwediyê kar kir. Got, "Dema pere bikevin destê min ez ê bidim." 15 roj di ser re bihurîn. Ji bo ku deynê me bixim bîra wî, min cara duyem telefonî wî kir, lê him jimara min him jî ya hevjînê min asteng kiribû. Ka hûn xwe bixin şûna min. Di rewşeke wiha de hûnê wî pereyî çawa bistînin? Em ê giliyê wî li ba kê bikin? Helbet hûnê nikaribin bistînin. Ji ber wê em dîsa bêdeng man. Li Tirkiyeyê herî zêde ez hînî bêdengiyê û sebrê bûm.
"Em bi rêya medyaya civakî dicivin"
Li dijî zext û zordariyên nîjadperestî di navbera Afganistaniyan de tevnên hevkariyê/piştevaniyê nînin?
Em gelekî ditirsin ku vê bikin. Em malbatên afganistanî gelekî ditirsin li taxê kom bikin. Dema em bên ba hev, dibe ku bibêjin "Qey em ê biryarekê bidin, em ê li dijî zextên nîjadperestî derkevin, em ê xwenîşandanê bikin". Ji ber wê jî em ti carî qerebalix kom nabin û nayên ba hev. Li ser sepaneke medyaya civakî komeke me heye. Koma me ji jinan pêk hatiye. Em nûçeyan ji nêz ve dişopînin. Bi taybet piştî krîza aboriyê ya dawiyê, aboriya tirkiyeyiyan gelekî xirab bû, bi vê re bertekên li me dibin zêde bûn. Ji ber wê em nûçeyan ji nêz ve dişopînin. Em hemû pêşketinên çêdibin, êrîşên li Enqereyê yan jî li bajarekî din, ên li dijî penaberan/koçberan pêk tên hîn dibin, em van di komê de parve dikin. Di nava tirkiyeyiyan de gotinek heye, dibêjin "tansiyon yüksek" (Alozî zêde ye). Çi dema li Tirkiyeyê "alozî zêde dibe", heta ji destê me tê em nahêlin zarokên me û hevjînên me derkevin derve. Em ango jinên afganistanî, him ji ber ku tirkî baştir dizanin, di wesayitên cemaweriyê de dema rewşên lezgîn çêdibin dikarin bi tirkî biaxivin, him ji li dijî heqaretan em hînî bêdengiyê û sebrê bûne, derdikevin kolanan.
"Ez qet ji tirkiyeyiyan hêrs nabin"
Li gorî we sedema van zext û zordariyan zi ye?
Çavdêriyeke min heye. Li gorî tirkiyeyiyan hemû kesên biyanî sûriyeyî ne. Bertekan nîşanî me didin. Dema diqîrin û dibêjin "biçin welatê xwe" dibêjin jî "sûriyeyiyên pîs." Lê Yekîtiya Ewropayê hemû pereyên sûriyeyiyan dişîne. Dewlet alîkariyeke taybet nade me jî, ji xwe zanîngeh bi pereyan e. Kireyên xaniyan du qatan ji kireyên ku tirkiyeyî didin zêdetir e. Heyfa Sor a Tirkiyeyê mehê tiştekî hindik dide penaberên zarok ên temenê wan di jêr 18an de ye. Vê jî li saziyeke qaymeqamiya ku li navçeya em lê dijîn didin. Heyva Sor heman alîkariyê bi zarokên malbatên tirkiyeyî yên xizan re jî dike. Yanê em tirkiyeyî, afganistanî û sûriyeyî li heman salonê disekinin. Tirkiyeyî ji me re dibêjin, "Li welatê xwe ez birçî me lê dewlet, pereyan dide kesên ji şer reviyane. Dewlet pereyên zarokên min dide biyaniyan." Bi vî çavî lê dinêrin. Vê jî di wê demê de her car dibêjin. Rojên ku Heyva Sor pereyan dide me, em gelekî bi stres dibin. Tirkiyeyî mafdar in. Rewşa aboriyê ya tirkiyeyiyan gelekî xirab e. Zikê xwe bi zehmetî têr dikin, îca çima em ji wan re bibin bar. Ez qet hêrs nabim li tirkiyeyiyan. Ez hewl didim wan fam bikin.
"Em li Tirkiyeyê bi tenê bêhnê distînin"
Di mehên dawiyê de zext û zordariyên li ser penaber û biyaniyan û kampanyayên li dijî wan zêdetir bûne. Ev tişt çiqas bandorê li we dikin?
Bawer bikin ku ez gelekî xemgîn dibim. Em li Tirkiyeyê bi tenê bêhnê distînin. Ji bo ku em zikê xwe têr bikin, em hewl didin. Lê jiyan ne tiştekî bi vî rengî ye. Em najîn. Em hewl didin ku nemirin. Ez nikarim zarokên xwe bidim xwendin. Min nekarî jiyaneke baş ji zarokên xwe re saz bikim. Zarokên min ne bextewar in. Xemgînî ji hundir de min dirizîne. Gelekî ji dil dibêjim. Tiştên ku dema em dihatin Tirkiyeyê, di rêya koçberiyê de hatin serê me, tiştên ku li Tirkiyeyê hatin serê me, dihêle ku ez bi vî rengî bifikirim: Gelê afganistanê gelekî êş kişand. Hîna jî gelekî dikişîne. Şer, pevçûn...Xwezî mîna Hîroşîmayê bombeyekê biavêjin Afganistanê û bi temamî tine bibe...
"Ez nikarim li Tirkiyeyê doktoriyê bikim"
Tu dikarî hinekî behsa xwe bikî?
Ez doktor im. Min Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kabûlê qedand. Li welatê xwe min karê doktoriyê yê jin û jidayikbûnê dikir. Ez 46 salî me. Talîbanê dixwest ku hevjîn û zarokên min bikin leşker. Zor û zext pir bûn. Keça min a mezin li zanîngehê diçû beş ayekem, li beşa diransaziyê dixwend. Dixwestin wê bi zorê bizewicînin. Min û hevjînê xwe me biryar da ku em werin Tirkiyeyê. Em bi zarokan re axivîn, wan jî pejirand. Di sala 2017ê de me û qaçaxçiyan li hev kirin û em ji ser Îranê hatin Tirkiyeyê. Sala ku em hatin Tirkiyeyê, keça min li fakulteya diransaziyê ya Zanîngeha Kabûlê dixwend. Kurên min jî perwerdeya xwe dewam dikirin. Lê piştî ku hatin Tirkiyeyê, nikarîbûn perwerdeya xwe dewam bikin. Ji ber ku statuya hiqûqî ya afganistaniyan bi tenê ji bo perwerdeya esasî derfetan dide. Zanîngehên dewletê mixabin bi pereyan e û ji xwe ji bo xwendevanên penaber kontenjan jî bisînor in.
Ez nikarim li Tirkiyeyê doktoriyê bikim. Ez her dem li malê mê me. Hemû dayik li zarokên xwe difikirin. Lê hesteke bi vî rengî bi min re çêdibe. Ez ne berpirsiyar im ji şerî, ji tundkariya Talîbanê. Lê ji ber ku min zarok anîne dinê, ji her tiştên wan ez berpirsiyar im. Ez doktor im. Hevjînê min dersdar e. Me zanîngeh xwendin lê ez nikarim bi zarokên xwe bidim xwendin. Zarokên min nikarin li kafeyan rûnên. Hevalên wan nînin. Derketina ji malê bi pereyan e. Bi tenê dijîn. Rojekê ez û zarokên xwe yên biçûk em bi hev re derketin, pêlîstok xwestin, xwarin xwestin. Lê pere nînin. Wê kêliyê min biryarek da. Min got ez ê zarokên xwe û paşê xwe bikujim. Ez naxwazim bibêjim ku 'kesên ne dayik bin, ew tiştê di wê kêliyê de min hest pê kir, fam nakin'." Hemû mirovên ku bi rastî jî niyeta wan a empatiyê hebe, dê wê êşa ku bi gelekî ji kûr hest pê kir û bêçaretiyê fam bike. Bila nebêjin ev tiştên ku min dilê xwe vekir û behsa wan kir ji ber xweperestiyê ye. An jî bila nebêjin 'Ev jinik doktoreke çawa ye, kurên xwe hiştiye û hewl daye xwe bikuje."
"Ez ê ji bo doktoriyê bikevem ezmûnê"
Hûn çûne malê. Paşê?
Ez çûme malê. Min qeymîşî zarokên xwe nekir. Min nameyek nivîsand. Ez çûme odeya xwe û hewl da ku xwe bikujim. Piştî demeke dirêj deng ji hundir neçûye wan, zarokên min dikevin gûmanê. Bang li bavê xwe kirine. Hevjînê min bang li ambûlansê kiriye. Demeke dirêj ez li nexweşxaneyê mam. Demekê li ba psîkolog tedawiya min bû. Di rastiyê de ez ketim lê piştî vê bûyerê ez careke din rabûm li ser xwe. Min dixwest ez bi kêr bêm. Ez çûm Neteweyên Yekbûyî û vegeriyam û min got: Ez li malê dîn dibim. karekî bide min. Ez dixwazim li zarokên xwe xwedî derkevin. Dixwazim bikêr bim.Ez niha li gel şaredariyekê di projeya mafên koçberan û tenduristî ya UNê de wek wergêr kar dikim. Heqtestê min li gor saetên ku min kar kirine didine men. Di meha Îlonê de ji bo bikaribim li Tirkiyeyê doktoriyê bikim, ez ê bikevim ezmûna diyarkirina astê. Heger ez bikaribim puanekê bi dest bixim, ez ê 66 hefteyan li nexweşxane û beşên ku YÖKê destnîşan kirine stajê bikim. Piştî ku ev staj bi dawî hat, wê derfeta min hebe ku ez wek doktor di servîsên lezgîn ên nexweşxaneyên taybet de bixebitim, ne di beşa zayînê de, ku pisporiya min e.
"Penaberî, mehkûmî"
Gaveke berê te got ez car caran xwe spêleyan his dikim. Ji vê têgehê cudatir tu dikarî penaberiyê bi kîjan peyvan bînî ziman?
Penaberî, mehkûmî. Ceza ne tenê ji bo kesên ku hatine cezakirin û di girtîgehan de dijîn derbas dibe. Penaber jî di girtîgehê de dijîn. Em hewl didin zikê xwe têr bikin. Lê jiyan, ne ev e. Jiyan peyveke pir watedar e. Em wek penaber di bin zorê de dijîn.
"Ma ne bes e ev tiştên hatine serê me?"
Ger li Afganistanê şert û mercên civakî û siyasî li Afganistanê baş bibin, hûn difikirin vegerin?
Ez kêliyekê jî nafikirim, yekser ez ê vegerim. Gelekî giran e ku mirov xaka lê jidayik bûye, ya dizane terk bike. Gelê Afganistanê gelekî êş kişand. Ma ne bes e ev tiştên hatine serê me?Şer, dagirkerî, paşê jî Talîban. Li Afganistanê mirov dimirin, zarok dimirin, xwişk û bira dimirin. Êdî divê çareyek bê dîtin an jî bila mîna Hîroşîmayê bombeyekê biavêjin ser welêt, welêt ji nexşeyê jê bibin.
Ji bo hevpevyînê gelo ez dikarim fotografê te bigirim?
Na. Bi ti rengî nabe. Ez ditirsim. Ger ez di ezmûnê de bi ser bikevim û li Tirkiyeyê bikaribim weke doktorekê kar bikim, wê gavê tu dikarî li nexweşxaneyê bigirî û bi navê min ê rast bikar bînî. Lê niha di vê astê, di şert û mercên gelekî bêwle de ez naxwazim hûn fotografê min û navê min bikar bînin. Ger tu bikaribî navê Zeynebê bikar bînî, ez ê gelekî kêfxweş bim. Ez gelekî ji navê Zeynebê hez dikim.
Rêzenivîsa "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan"
1 - Malbat: Di rojên xweş û ne xweş de...
2 - Gelo mimkun e ku mirov di sîstema necezakirinê de bi hev re bijîn?
5-Afirînerî û muzîk: Di rojên xweş û ne xweş de
Derbarê projeyê deNavenda Bîrê ya Berlînê û Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet vê rêzenivîs û podcastê bi navê "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan" bi hev re amade dikin. Ji Navenda Bîrê ya Berlînê Ozlem Kaya û ji Weqfa Ragihandinê ya IPSyê Oznur Sûbaşi koordînatorên projeyê ne. Ozgu Sevgî Goral şêwirmenda projeyê, edîtora projeyê jî Muge Karahan e. Ev rêzenivîs û podcast wê li ser "pêkvejiyanê" be û di wê de wê mijarên malbat, ceza, tirs, nefretkirin, afirinêrî, nîjadperestî, bîr, derew, antroposen û hevaltiyê hebin. Beş wê her ji 15 rojan carekê û roja sêşemê bên weşandin. |
(HG/SO/NÖ/FD)