Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mohamed Abdullahî, xwediyê restoranta bi navê “SAAB”ê ku li Çankayaya Enqereyê ye ji bo dersînor bikin,desteserkirine.
Di 24ê Tîrmehê de derbarê Abdullahî de biryara dersînorkirinê hatibû dayîn. Lêbelê, Abdullahî biryar qebûl nekiribû û serî li Dadgeha Destûrî dabû.
Tevî ku Doza Idarî ya Abdûllahî li Dadgeha Destûrî berdewam dike ew desteserkirine. Omer Farûk Gergerlîoglû, parlamentere Kocaeliyê yê Partiya Demokrat a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandiye ku Abdullahî hatiye desteserkirin.
Gergerlioglu gotiye, “"Hûn azadiyê xesp dike û yasayê binpê dikin" û xwestiye Abdullahi demildest serbest were berdan,
Çi bûbû?
Mohamed Abdullahî, xwediyê restorana bi navê "Saab"e ku li Çankayaya Enqereyê ye û xwarinên Ereb û Afrîkayê çêdike. Cara yekem di Ilona sala 2021an de bûbû hedefa midaxeleyên nijadperestî yên zabita û polîsan û bi van tiştan bûbû rojev.
Restorant di 18ê Hezîrana 2022an de bûbû mijara nîqaşên rengên zer, sor û kesk kul i ser tabelaya restoranta wî bûye. Tabelaya ku rengên alaya Yekîtiya Dewletên Afrîkayê li ser bûye polîsan bi rengê spî boyax kiribû.(TY/AY)