Fotograf: Medyaya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xwenîşandanên piştî kuştina Mahsa Amîniya 22 salî yên li Îranê dewam dikin. Li Îranê "polîsên exlaqperest" Amînî desteser kiribû û li qereqolê ketibû komayê. Paşê jî can dabû.
Xwenîşandan li bajarên Seqiz û Senendej ango Sinê pêk tên. Xwenîşander di dema çalakiyan de sloganên mîna "Mirin ji dîktatorî re", "Jin, Jiyan, Azadî" berz dikin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a bi navê Hengawê, hêzên emniyetê yên Komara Îslamî ya Îranê, bi kêmanî 250 kurd hatine desteserkirin.
Duh (19ê Îlonê) roja duyem a xwenîşandanan bû. Di dema xwenîşandanan de li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Seqizê hêzên ewlekariyê gule bera çalakvanan daye. Kesek miriye. Mahsa Amînî li Seqizê jidayik bûye û li wer mezin bûye.
Li gorî nûçeya Reutersê, hêzên emniyetê yên Îranê, ji roja destpêka çalakiyan heta niha, 5 kes kuştine.
Televizyona dewletê ya Îranê, "îdiayên kuştinê" qebûl nekiriye.
"Ji bo me nemiriye"
Rojnameger û çalakvana mafên jinan Masih Alinejadê derbarê van xwenînaşandaran de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye û gotiye:
"Ev şoreşeke jinan e"
#MahsaAmini ji bo me nemiriye. Dibe sembola berxwedanê ya li dijî cudakariya zayendî."
This is a Women Revolution in Iran.
— Masih Alinejad ????️ (@AlinejadMasih) September 20, 2022
Hijab police killed #MahsaAmini for not wearing hijab properly. In response Iranian women are removed their hijab properly.
She didn’t die for us. She is becoming a symbol of resistance against gender apartheid.
Say her nam.#مهسا_امینی pic.twitter.com/ur09ZObUy2
Partiya Komunîstan a Îranê (Marksist- Leninist- Maoist) jî daxuyaniyek weşandiye û bang li hemû kesan kiriye ku li dijî qanûnên zayendperest rabin û bikaranîna sergirtinê ya bi darê zorê derkevin. (TY/FD)