Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê serlêdana Gulsum Elvan, dayika Berkîn Elvan ya ji bo tûndkariya polîsan de biryara xwe eşkere kiriye.
Li gorî biryara bi hinceta ku îro di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, ji ber bêcezahiştina tundiya polîsan, qedexeya muameleya xerab a ku di xala 17an a Destûra Bingehîn de tê garantîkirin hatiye binpêkirin. Ji bo Elvanê 20 hezar lîre tazmînat wê bê dayîn.
Her wiha biryar hatiye dayîn ku nusxeyek ji biryarê ji bo lêpirsîna zêdetir ji Serdozgeriya Komarê ya Anadoluya Stenbolê re bê şandin, ji bo ku encamên binpêkirina pîvana qanûnî ya qedexeya li ser muameleya xerab ji holê bê rakirin.
Çi bûbû?
Gulsûm Elvan di 11ê Tebaxa 2017an de ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça tevlî çalakiya li ber avahiya Sureyya Operasi ya li Kadikoyê hatibû lidarxistin bûbû.
Polîsan mudaxeleyî çalakiyê kiribû û Gulsûm Elvan jî di nav de 16 kes hatibûn desteserkirin.
Di kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê de ji ber êşa milê Gulsumê ew birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekiyê. Li vir tespit bûye ku di milê wî yê çepê de şikestinek heye.
Piştre Elvanê bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
(AS/AY)