Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Dadê îstatîstîkên xwe yên sala 2021ê yên derbarê dadgehkirinan de aşkere kirine. Li gorî îstatîstîkan, hejmara kesên ku serî li Dadgeha Destûri dane zêde bûye. Nêzîkî nîvê serlêdanan ji ber ku “mafê dadgehkirina adil hatiye binpêkirin” pêk hatine.
Binpêkirina “mafên mal û milkan” û “qedexeya cidakeriyê” jî li dû wê tên. Her weha hejmara kesên ji ber binpêkirina “qedexeya îşkence û kiryarên xirab” jî zêde bûye. Hejmara dozên ku ji ber “di nava gel de kîndarî û dijminatiyê çêdike” vedibin, gelekî zêde bûye. Stranbêj Gulşen jî ji ber vê sedemê hatibû girtin.
Dîsa li gorî îstatîstîkan, hejmara dosyayên li dadgehên cezakirinê hatine vekirin zêde bûye.
Di sala 2021ê de li gorî sala 2020ê rêjeya dosyeyan ji sedî 22,6 bilind bûye.
Hejmara dosyayên ku dadgehên bilind red kirine, ji sedî 128 zêde bûye
Li gorî îstatîstîkan di sala 2021ê de hejmara dosyayên ku dedgehên bilind ew red kirine û bi şûn de şandine zêde bûye. Di navbera salên 2014 û 2021ê de rêjeya van dosyeyan ji sedî 4,3 bû lê di sala 2021ê de ev hejmar bûye ji sedî 128,6.
Li dadgehên cezakirinê rêjeya cezakirinê zêde bûye. Di sala 2014ê de rêje ji sedî 37 bû, di sala 2021ê de rêje bûye 50.
66 hezar kesî serî li Dadgeha Destûrî dane
Li gorî îstatîstîkên sala 2021ê yên Wezareta Dadê, di sala 2014ê de 20 hezar û 578 kesî serî li Dadgeha Destûrî dane. Lê ev hejmar di sala 2021ê de bûye 66 hezar û 121. Rêje di sala 2016ê de dema Rewşa Awarte hatibû ragihandin, herî zêde bilind bûye.
Tevî dosyayên ku ji salên berê mane, di sala 2021ê de li ber destê heyetên Dadgeha Destûrî li ser hev 104 dosyayên şexsî hene. 58 hezar û 730 dosyayên şexsî jî mane ji bo sala 2022yê.
Dadgeha Destûrî di sala 2021ê di 32 hezar û 826 serlêdan nepejirandine. Di 11 hezar û 830 serlêdanan de biryar daye ku bi kêmanî mafek hatiye binpêkirin. Bi tenê di 102 dosyeyan de gotiye ku maf nehatine binpêkirin.
Li Tirkiyeyê dadgehkirineke adil nîne
Herî zêde bi sedema “mafê dadgehkirina adil hatiye binpêkirin” serlêdanên şexsî bûne. Di sala 2014ê de 16 hezar û 768 kesî bi vê sedemê serî lê daye. Di sala 2021ê de ev hejmar bûye 113 hezar û 524.
Dîsa hejmara serlêdanên ji bo desteserkirin û girtinên nehiqûqî yên li gorî “binpêkirina mafê azadî û ewlehiya şexsan” zêde bûye. Di sala 2021ê de ji ber vê sedemê 12 hezar kesî serî li dadgehê daye. Ev hejma di sala 2014ê de nêzîkî hezar û 500î bû.
Cidakarî li 60 hezar kesî bûye
Hejmara kesên ku ji ber sedema “cidakarî li wan bûye” di sala 2014ê de 4 hezar bû. Di sala 2021ê de ev hejmar bûye 12 hezar û 535. di nava heşt salan de 60 hezar û 196 kesî ji ber vê sedemê serî lê daye.
Her weha 3 hezar û 682 kesî ji ber “mafê wan ê azadiya xweîfadekirinê binpê bûye” serî lê daye. Hev hejmar di sala 2014ê de 643 bû.
Kesên ku ji ber “binpêkirina qedexeya îşkence û kiryarên xirab” serî li dadgehê dane di sala 2014ê de 208 bû lê ev hejmar di sala 2021ê de bûye 4 hezar û 286. (DO/EMK/FD)