Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî di roja 557an dewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9ê Adara 2021an de li ber avahiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû.
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta "edaletê" dabûn destpêkirin.
Emîne Şenyaşarê, di nobetê de pirtûka nivîskarê kurd Alî Oruç a bi navê “Edalet” girtiye destê xwe destpê kiriye.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Emîne Şenyaşar bal kişandiye ser doz û lêpirsînên ji ber axaftinên di dema nobetê lê hatine vekirin û wiha gotiye: “Hêj niha jî zilmê li me dikin. Me heta niha gelek zilm dît. Kurekî min di girtîgehê de û du jî li nexweşxaneyê hatin kuştin. Çima wiha dikin? Ne li kujerên zarokê min lê doz li me vekirin. Ji min dipirsin bê ka çima heqaretê dikî. Mirov li nexweşxaneyê nayên kuştin. Ma Erdogan bi vê nizane? Zarokên wî jî hene. Ez nexweş im. Bila zarokê min berdin ku ez jî biçim li mala xwe rûnim. Tevî van tiştan jî çima zarokê min bernadin? Kî vê zilmê hêjayî me bibîne, hêvîdarim heman zilm bi serê wan bê. Ez heqê xwe li wan kesên ev bi serê me anîn helal nakim. Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê vekin.”
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî jî ev peyam parve kiriye: “Bêedaletî û bêwijdanî bi hev re tevdigerin. Tevî hemû destwerdanan jî berxwedana dîrokî ya dayikê di roja 557an de didome. Heq, hiqûq, edalet.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê