*Fotograf: AA/arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag beşdarî bernameyeke kanala televizyonê ya NTVyê bûye û pirsên derbarê rojevê de bersivandiye.
Bozdagî diyar kiriye ku ew amadekariya pakêteke nû ya darazê dikin û behsa rewşa girtiyên nexweş jî kiriye.
Bozdagî diyar kiriye ku wê di roja 16ê Îlonê li ser rewşa parlamentera berê a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tûglûkê gotûbejê bikin. Tûglûk li girtîgehê bi nexweşiya demansê ketibû û digel vê rewşê jî ew nayê tehliyekirin.
Bozdagî gotiye, "Ji bo rewşa girtiyên nexweş gelo em dikarin ç ibikin. Niha hevalên me xebatekê dikin. Hîna pêşniyar hene. Em dibînin ku guhertin lazim in."
Bozdagî her weha diyar kiriye ku di meha Çiriya Pêşiyê de wê li Parlamentoyê gotûbêj li ser guhertinên yasaya medyaya civakî bên kirin.
Çi bûbû?
Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.
Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.
17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.
Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.
Derbarê Aysel Tûglûkê de?
Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.
Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû.(RT/FD)