Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) di 3emîn meha girtina 16 rojnamegeran ku di 16ê Hezîranê de hatibûn girtin wê çend çalakiyan li dar bixe.
Çalakîyên ji bo rojnamegeran wê sibê (16 Ilonê) li pêş PTTya Kadikoya Stenbolê, li pêş PTTya Yenîşehîra Amedê û Enqereyê, li pêş PTTya Navendê ya Wanê û li pêş PTTya Mersînê wê bê lidarxistin. Rêxistinên pîşeyî yên DISK Basin İş û Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê wê piştgiriyê bidin çalakiyan.
Çalakî li Mêrsînê saet 10:00, li Wan û Amedê saet 11:00, li Stenbol û Enqereyê jî saet di 14:00 de wê dest pê bike.
Hevseroka DFGê Dîcle Muftuoglû ku têkildarî çalakiyan axivî, banga tev li bûna çalakiyan kir û xwest rojnamevan tenê neyên hiştin.
Muftuoglûyê daye zanîn ku rojnamevan 3 meh in ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin û gotiye: “Tevî ku bi ser girtina wan re 3 meh derbas bûn jî derbarê wan de hêj îdianame nehatine amadekirin. Her îtîraza di vê pêvajoyê de têkildarî girtina rojnamevanan hate kirin ji aliyê dadgehê ve hate redkirin.”
“Tabloya di vê pêvajoyê de derket holê û dîsa dîmenên ji aliyê miduriyeta polîsan ve hatin servîskirin û dorpêça mehekê zêdetirê ya li ser şîrketên produksiyonê nîşanî me da ku meseleya bingehîn bêdengkirina rojnamevanan e. Amadenekirina îdianameyê ya di vê pêvajoyê de jî nîşandana vê yekê ye.”
Çi bûbû?
Polîsan di 8ê Hezîrana 2022yê de bi ser mal û saziyên medyayê ve girtibûn û 20 jê rojnameger 22 kes desteser kiribûn.
Du caran dema desteserkirinê ya 22 kesan dirêj kiribûn û ew di 15ê Hezîranê de biribûn edliyeyê.
Rojnamegeran heta 16ê Hezîranê îfade dabûn dozgeriyê û di 16ê sibehê de, 16 rojnameger bi tohmeta ku "endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin. Rojnameger biribûn Girtîgeha Tîpa Dyê û Girtîgeha Jinan a Amedê.
Di dema îfadegirtinê de dozgerî, bername, nûçeyên ku çêkirine, çavkaniyên wan ên nûçeyan û axavtinên wan ên bi rêya telefonan ên bi çavkaniyên wan er ji wan pirsî bû. Kompûter, kamera, sîstemên deng û ronahiyê, hard dîskên ku ji komputerên montajê hatine derxistin, pirtûk, arşîvên rojnameyan û kovarên li Tirkiyeyê tên weşandin yên di dema serdegirtinan de li malan û saziyên medyayê dest danîbûn ser, weke delîlên sûcan pêşkêş kiribûn.
Rojnamegerên ku hatibûn girtin ev in: Hevserokê Komeleya Rojnamegeran ê Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWSê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWSê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen. (HA/AY)