Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malbatên girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, di roja 301emîn a Nobeta Edaletê ya Amedê de li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî dane.
Malbatan xwestine ku girtiyên nexweş were azadkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) tevlî daxuyaniyê bûne.
“Ez 5 sal e zarokê xwe nabînim”
Nazîme Boltan, dayika girtiye nexweş Civan Boltan, di nobeta de axivîye û diyar kiriye ku nobeta wan ketiye meha 11an û heta niha tu daxwazên wan bi cih nehatine û tên paşguhkirin û weha gotiye: “Em tiştekî zêde ji we naxwazin. An zarokên me yên nexweş tedawî bikin an jî berdin em ê tedavî bikin. Em dîsa bang li Serokkomar û Wezîrê Edaletê dikin ku bila edaletê pêk bînin. Nexweşên me bila bînin cîhên nêz. Ji ber ku ez nikarim herim ba zarokê xwe yê nexweş ev 5 sal in min zarokê xwe ne dîtiye. Eger piçek wijdana we hebe hûn dê edaletê pêk bînin. Ez zarokê xwe ne bînim jî ez ê hetanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê tekoşîna xwe bidomînim. Êdî girtiyên nexweş yên li ber mirinê ne serbest berdin”
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.
(AS/AY)