Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê têkildarî Adem Kara yê 21 salî ku li Midyada Mêrdînê bi guleya polîsan hatibû kuştin, raporek amade kiriye.
ÎHDyê li avahiya xwe rapor bi civînek çapemeniyê eşkere kiriye. Serokê ÎHDya Mêrdînê Fevzî Adsiz rapor xwendiye û diyar kiriye ku wan tespît û nêrînên malbata Kara û şahidên bûyerê esas girtine û di raporê de bi cih kirine.
“Dixwazin serê bûyerê binuximînin”
Adsiz diyar kiriye ku polîsan daye pey Kara û hevalek wî û gotiye: “Polîsan daye pey wan û pişt re Adem Kara hatiye desteserkirin. Lê belê Kara xwe ji destê polîsan filitandiye û reviyaye. Di vê navberê de polîsan dîsa daye pey wî û gule lê reşandine.”
Adsiz bal kişandiye ser daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê ku 3 roj şûn ve daye û destnîşan kiriye ku daxuyaniya walîtiyê ya “lingê polîs li kevirê peyarêyê ketiye û ji ber vê demançeya wî gule berdaye”, hewldana nixûmandina serê bûyerê ye.
Polisê bersûc serbest bûye
Her weha Adsizî destnîşan kiriye ku hê kêliya ku Kara birîndar bûye, polîsek ji sûcê “birîndarkirinê” hatiye desteserkirin û dadgehê ew berda ye. Tundiya leşker û polîsan di salên dawî de gelek zêde bûye û ev tundî û kuştinên bi destê polîs û leşkeran pêk tê ji ber wê rayeya ji bo wan hatiye dayîn pêk tê.
Adsiz bi lêv kiriye ku ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê kujer û faîl ceza nagirin û mafê jiyanê yê welatiyan tê binpêkirin.
Her weha Adsiz pêşniyaz kiriye ku rayeya polîsan bê sînordarkirin û sererastkirinek qanûnî were kirin û divê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û hikûmet demildest bûyerê lêkolîn bike.
Adsiz xwestiye ku lêpirsînek bi karîger bê destpêkirin û hemû berpirsiyar derkevin holê.
(RT/AY)