Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona li Dijî Nîjadperestî û Cidakariyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê pogroma 6-7ê Îlonê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Komîsyonê gotiye ku ev operasyoneke dewletê bû û dewam kiriye: “Xebateke şer a taybet a bi baldarî hatibû birêxistinkirin bû. Rêxistina Îstîxbaratê ya Netewî palana wê çêkir, girseyên ku dersa dewletê baş jiber kiribûn, bi kêfxweşî pêk anî.”
Kuştin, tecawiz, lînckirin, talankirin...
Komîsyonê di daxuyaniyê de behsa wan herdu rojan kiriye û gotiye:
“Bi qasî ku hatiye tomarkirin, 37 kes hatine kuştin. Hatiye tomarkirin ku 60 bûyerên tecawizê bûne lê hejmara rast nêzîkî 400an bû. Piştî tecawiz li hinan jinan kirine, ew kuştine. Rahib Hrisantos Mantasê 90 salî şewitandine û ew kuştine. Bi kêmanî rahibek bi rêkê û bi darê zorê sinet kirine. Bi dehan kes lînc kirine.
“Ne tenê li Stenbolê, li Îzmîr û Enqereyê jî bi heman rengî bûyer qewimîne. Li Riha, Mêrdîn û Midyatê êrîşî siryaniyan kirine. 4 hezar û 214 mal, 73 kenîse, 26 dibistan, sînagogek, kargeh û dikan jî tê de 5 hezar û 317 avahî şewitandine, rûxandine, talan kirine. Ev dane di pirtûka Speros Vryonisî de hatine nivîsandin ku di lîteratura navnetewî de pirtûka herî berfireh a derbarê 6-7ê Îlonê de ye.
“Xalek heye ku zêde li ser nayê sekinîn, ew jî beşdarbûna gel e. Gotina ku dibêje komeke rêveberan sûc kiriye dilê mirovan rehet dike, lê dema behsa beşdarbûna gel tê kirin ev mirovan aciz dike.” (AS/FD)