Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh li Wanê mîtînga 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pêkanîbû. Piştî mîtîngê girseyê dest bi meşe kiribû û rojnamegeran jî ew meş dişopandin. Rojnameger ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin.
Polîsan ji rojnamevanên ku meşa girseyê dişopand Mesut Bagci li erdê dirêj kiriye, lê xistine û kameraya wî şikandine.
Polîsek xwe weke ji Şaxa TEMê ye daye nasîn, gefa kuştinê li nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Kûtlû û nûçegihana JinNewsê Zelal Tûnç xwariye. Polîs gefa “Ez ê berdim te, kes te nabîne” li rojnamevanan xwariye. Heman polîs demançeya xwe ji ber xwe derxistiye û gefa kuştinê li nûçegihana JinNewsê Elfazî Toral xwariye.
Dimênên vê kêliyê hatine girtin. Her wiha polîsa dîmengirtina rojnamevanan asteng kiriye û kameraya wan şikandiye.
Hatiye zanîn ku hin polîs li hin rojnamevanên li bajêr geriyan e û xwestine ku ti dîmenek kêliya bûyerê neyê belavkirin.
Rojnamevanên kamerayên wan hatine şikandin, bi lêdan û gefa kuştinê re rûbirû mane serî li Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Wanê dane û dê bi rêya parêzeran giliyê polîsan bikin.
Li Stenbolê Tacîz
Duh (01.09.2022) li Stenbolê polîsan tacîz li nûçegihana bianetê Tûgçe Yilmazê kiribû.
(EMK/AY)