Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Baroy Amedê têkildarî destpêkirina sala nû ya edlî li ber Edliyeya Amedê daxuyanî daye û gelek parêzer tevli daxuyaniyê bûne.
Baroyê xwestiye ku daxwazên wan yên bi salane tên paşguhkirin, di zûtirîn demê de bên cîbicîkirin û tedbîr bên stendin.
“Di sala derbasbûyî de pirsgirêka maf û edaletê ya civakê li Tirkiyeyê bi hemû giraniya xwe berdewam kir û êrîş û pirsgirêkên li dijî pîşeya me her ku çû zêde bûn.”
“Di sala derbasbûyî de bihêzkirina serxwebûn û bêalîbûna dadweriyê li aliyekî, rewşa nebaş a dadwerî tê de bû bi hemû zelalbûne xwe li holê bû.
“Îsrara ji bo bicihneanîna biryarên AÎHMê hê jî didome.
“Weke ku daraz ji dewlet û desthilatdariyê serbixwe be; divê ji her îdeolojîk, ramana siyasî û meylên olî yên fermî û nefermî jî serbixwe be.
"Em dixwazin ku sala nû ya edlî bila bibe salek ku tê de kuştina serokê baroya me Tahîr Elçî bê ronîkirin, pirsgirêkên me yên edlî û pîşeyî bên çareserkirin, rêz li mafên mirovan û dewleta hiqûqê bê girtin. wê ji bo her kesî edalet bê pêkanîn û aştî li hemû cîhanê bibe serdest"(AS/AY)