Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 541emîn de dewam dike.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Derbarê Emîne Şenyaşarê de bi îdiaya ku di roja 529emîn a çalakiyê de “heqaret kiriye” îro lêpirsîneke din hatiye destpêkirin.
Malbat serê sibehê li gel parêzerên xwe çûne Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê û carek din îfade dane. Emîne Şenyaşar li Midûriyeta Polîsan mafê xwe yê neaxaftinê bikar anîye.
Ji parêzerên malbatê Nîhat Çîftçî diyar kiriye ku lêpirsîn ji bo ku peşkê li Nobeda Edaletê bixin hatiye destpêkirin û lêpirsînek bêqayde ye hatiye amadekirin.
Malbatê piştî ku îfade daye ji bo di roja 541emîn de Nobeda Edaletê bigire berê xwe daye ber Edliyeya Rihayê.
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha gotiye: “Xerabiya herî mezin ku bi dayikekê bê kirin, kuştina ewladên wê ye. Li nexweşxaneyê du ewladên wê û hevjînê wê hatin qetilkirin. Lawek wê jî 4 sal in bi tena serê xwe di hucreya hefsê de girtî ye. Derbarê dayika ku edaletê digire de jî lêpirsîna li ser lêpirsînê tê derstpêkirin. Dayê îro jî li emniyetê îfade dide.”
Beriya niha jî 14 lêpirsîn derbarê Emîne Şeyaşar de hatibûn destpêkirin. 5 lêpirsîn jî derbarê kurê wê Ferît Şenyaşarî de hatine destpêkirin.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (TY/AY)