Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Baroya Wanê û Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê têkildarî rewşa girtina Makbûle Ozer û hevjînê wê Hadî Ozer raporek amade kiriye. Baro û Komeleyê rapor li Salona Konferansê ya Tahîr Elçîyî ya Baroya Wanê aşkere kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Endamên Lijneya Rêvebirinê ya Baroya Wanê, Parêzerên OHDyê, Mehmet Karataş, Serokê Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan, rêveberên Komeleya Alîkariyê ya Bi Malbatên Girtiyan re(TUAY-DER) û Komeleya Jinan a Starê jî piştgirî dane daxuyaniyê.
Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçarî diyar kiriye ku divê demildest Makbûle û Hadî Ozer bên berdan û ev malbat bi awayek dijhiqûqî li girtîgehê tên ragirtin. Ûçar aniye ziman ku divê tenê ne malbata Ozer pêwîste tevahiya girtiyên nexweş demildest bên berdan.
“Nikarin li girtîgehê bimîne”
Daxuyaniya ku ji bo Makbûle Ozer û hevjînê wê hatibû amadekirin Hevseroka OHDa Wanê Ebrû Demîrtepeyê xwendiye.
Demîrtepeyê gotiye wan di 26ê Tebaxê de bi Makbûle û Hadî Ozer re li girtîgehê hevdîtin kirine û ji ber hem ew extiyar in û hem jî nexweş in nikarin li girtîgehê bijîn û divê ew demildest bên berdan.
Cihêkarî
Demîrtepeyê anîye ziman ku wan ji bo her du miwekîlên xwe serî li gelek saziyên pêwîndedar dane lê heta niha hemû serlêdanên wan bêencam mane û ragirtina wan di girtîgehê de bêhiqûqî ye.
Her weha Demîrtepe destnîşan kiriye ku ji ber Makbûle Ozer nikaribûye xwe bi zimanê xwe bîne ziman bi cihêkariyê re rûbirû maye û yasaya li dijî cihêkariyê hatiye binpêkirin.
Demîrtepe bi lêv kiriye ku rewşa Makbûle û Hadî Ozer ne li gorî şert û mercên girtîgehê ye, ji bo bigihîjin mafê xwe yê tenduristiyê divê demildest berdan. (AS/AY)