Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hestiyên Hakan Arslanê ku di dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Sûrê de miribû, piştî 7 salan di tûrikekî de radestî bavê wî kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hestiyên Hakan Arslanê di dema qedexeya derketina derve de di 2yê Kanûna Paşiya 2015an de li navçeya Sûra Amedê di şer de miribû, piştî 7 salan di tûrikekî de radestî bavê wî kirine.
Hestiyên ku di Kanûna Paşiya 2021an de hatin diyarkirin ku ji sedî 95 yê Hakan Arslan in ji Saziya Tiba Edlî (ATK) şandin Edliyeya Amedê.
Hestiyên Arslan ên roja Pêncşemê gihiştin Edliyeya Amedê ji wê rojê ve li odeya dozgerê dosyayê dihat sekinandin.
Bavê Hakan, Alî Riza Arslan li ser agahdarkirinê ji Erziromê çûye Edlîyeya Amedê, li wir hestiyên kurê Arslan di tûrikekê de radestî wî kirine. Alî Riza Arslan, ber bi Erziromê bi rê ketiye û di kurê xwe li wî bajarî defin bike. (EMK/AY)