Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Derbarê Midurê Şaxa Ewlehiyê yê Stenbolê Hanîfî Zengînê ku gef li kameramanê Arti TVyê Bîlal Meyvecî xwaribû û nehiştibû nûçe bişopîne de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Zengîn ê ku bi helwest û gefên xwe yên li hemberî rojnamevanên ku çalakiya 7ê Tîrmehê ya kedkarên tenduristiyê ya ji bo doktor Ekrem Karakaya yê ku di dema li ser peywîra xwe hat qetilkirin dişopandin de hatibû rojevê. Bi van gotinan “Te kişand, dema min pê li lingê te kir te kişand? Heke te ne kişandibe em ê paşê hev bibînin!” gef li kameraman Bîlal Meyvecî xwari bû.
Li ser vê yekê Yekeya Hiqûqê ya Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê (MLSA) derbarê Hanîfî Zengîn û polîsên din de ji sûcên “wezîfeya xwe xirab bikaraniye” , “gef” û “binpêkirina azadiya kar û xebatê” serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye û giliyê wan kirine.
Di serlêdanê de qeyda dîmen a bûyerê jî hat pêşkeşkirin û hat xwestin ku kesên weke şahid agahiyên wan hatine dayîn bên guhdarkirin. Di serlêdanê de her wiha hat xwestin ku der heqê gumanbaran de lêpirsîn bê vekirin û di encama lêpirsînê de doz were vekirin û prensîbên giştî yên azadiya çapemeniyê tê de cih girtin.
Li gorî nûçeya Eylem Sonbahar a ji MLSAyê piştî nirxandina giliyê Miduriyeta Lijneya Îdarî ya Walîtiya Stenbolê ji parêzerên Meyvecî re ragihandiye ku ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Polîsan lêpirsîn hatiye destpêkirin. (AO/AY)