*Ev nûçe di Platforma Ragihandinê ya Atolye BIAyê atolyebia.org-ê de hate weşandin
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Besniyê, navçeya Semsûrê, welatiyên elewî daxwaz dikin ku cemxaneyeke wan hebe. Welatiyên elewî wê li vê cemxaneyê îbadeta xwe bikin û li gorî baweriya xwe miriyên xwe bin ax bikin.
Li Besniyê ji bênca yekê serjimarê, elewî ne.
Serokê Komeleya Çandê ya Elewiyan a Besniyê Haci Alî Opozturkçeden got ku bi salan e di dema hilbijartinan de namzetên şaredariyê sozê didin wan û dibêjin ew ê cemxaneyekê çêbikin, lê yekî jî soza xwe bicih neniye.
Ji bo merasîma cenazeyan diçin bajarên din
Opozturkçedenî diyar kir ku wan ji bo cihê cemxaneyê diyar bike serî li Şaredariya Besniyê daye lê cih nedane wan:
“Nêzîkî 5 sal in ku em daxwaza cemxaneyê ji şaredariyê dikin. Lê ne cihek daye me ne jî bersiv. Me hayê Şaredarê Besniyê Eyyup Mehmet Emreyî jî jê çêkir lê dîsa jî di vê mijarê de ti gavek neavêtine.
“Pirsgirêkeke mezin e ku li bajarekî hejmareke elewiyan lê heye, cemxane nebe. Dema ku cemek çêdibe, cenazeyek çêdibe an jî bernameyeke mîna wan çedibe, mirovên me neçar dimînin û ji Besniyê diçin Semsûrê, diçin Golbaşiyê. Ma ev dibe!”
“Bila di dema hilbijartinan de neyên ber deriyên me”
Welatiyê elewî yê bi navê Alî Halil Bîrîmen jî diyar kir ku ji ber cemxaneyeke wan nîne ew bi salan e nikarin îbadeta xwe bikin: “Bi salan e em welatiyên elewî nikarin îbadeta xwe bikin. Dema bernameyên me hebin, em diçin navenda Semsûrê yan jî Golbaşiyê ku li wir cemxane hene. Ev gelekî tahdeyê li me dike. Ma em welatiyên elewî ji bo dewletê tenê kaxizeke dengdanê ne? Bi tenê di dema hilbijartinan de em tên bîra dewletê, piştî hilbijartinan me ji bîr dike. Lê êdî bila di dema hilbijartinan de neyên ber deriyên me.”
“Em bi vî rengî tên asîmîlekirin”
Welatiyê elewî Nacî Yilmazî jî diyar kir ku divê daxwaz û mafên wan ên darayî û manewhi li gorî welatîtiya wekhev bên bicihanîn:
“Cemxaneyên me îbadetxaneyên me ne. Em dixwazin di vî mijarê de yasa bên guhertin. Li navçeya me ya ku 35 hezar mirov lê dijîn nêzîkî 20 mizgeft hene lê digel ku her ji 5 kesan kesek elewî ye, cemxaneyeke me jî nîne. Em zehmetiyan dikişînin ku cenazeyên xwe bernameyên xwe bicih bînin. Em bi vî rengî tên asîmîlekirin.”
(RE/SO/NÖ/FD)