Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî di roja 533yê de li ber avahiya Edliyeya Rihayê dewam dike.
Xizm û pasevanên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de li Pirsûsê, navçeya Rihayê ji malbata Şenyaşarî sê kes kuştibûn.
Emîne Şenyaşara ku hevjînê wê û du kurê wê hatibûn kuştin, ji bo kujer bên zeftkirin û dadgehkirin 533 roj in tevî kurê xwe Ferît Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê çalakiyekê li dar dixin.
Ji 8ê Tebaxa 2022yê û vir ve bi “biryara dozgeriyê” hatiye qedexekirin ku malbat li ber deriyê bexçeyê avahiyê, li bin siyê rûnên. Polîs jî ji ber vê biryarê, destûrê nadin malbata Şanyaşarî.
Îro beriya ku çalakiya wan destpê bike, dayik û kurê xwe çûne nava avahiya edliyeyê û xwestine dozgerî dosyayê bibînin. Lê digel ku dozger li cihê xwe bû, bi malbatê re hevdîtin nekiriye.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Rojnameger asteng kirine
Li gorî nûçeya MAyê, endamên malbat piştî ku nekarîbûn bikevin nava adliyeyê, li ber deriyê bexçeyê avahiyê, li bin sihê çalakiya xwe dewam kiriye. Polîsan biryara dozgeriyê bibîr xistiye û nehiştine malbat li wir rûnên. Lê endamên malbatê nobeta xwe dewam kiriye. Polîsan dest daniye ser mînderka ku Emîne Şenyaşar li ser rûdinê. Polîsan Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar dorpêç kirine.
Di dema çalakiyê de polîsan destûr nedane ku rojnameger fotograf û vîdeoyan bikişînin. Her weha karta nasnameyê ya nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Emrûllah Acarî jê standine û Kontrola Zanyariyan a Giştî kirine. Polîsan ji Acarî xwestiye ku çenteyê xwe vala bike lê Acarî tevî van midaxeleyan di girtina vîdeoyan de dewam kiriye.
Parêzer çûne ber avahiya edliyeyê û polîsan gef li wan xwariye û gotiye: “Malbatê qanih bikin an na em ê wan desteser bikin.” Parêzerên malbatê ji bo wekîlê Serdozgeriya Komarî yê Rihayê bibînin, çûne nava avahiyê. Malbat jî di nav dorpêça polîsan de çalakiya xwe dewam dike.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/FD)