Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Muglayê Festîvala MîlyonFest Fethiyeyê ya ku dihat plankirin ku îsal di navbera 1-4ê îlonê de bê lidarxistin, betal kiriye.
Şaredarê Fethiyeyê Alim Karaca bertek nîşanî biryara walîtiyê daye û wiha gotiye: "Ti hinceteke biryara ku hatiye girtin nîne. Konserên kesên nêzî wan in nayên betalkirin."
Bernameya MilyonFest Fethiyeyê ya ku bi piştgiriya Şaredariya Fethiyeyê hatiye lidarxistin ji aliye Milyon Produksiyonê hatiye organîzekirin.
Karaca gotiye ku ew ê derbarê biryara têkildarî MillionFestê de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.
Bernameya Festîvalê:
1 Îlonê Pêncşem: MOR VE ÖTESİ, CEM ADRIAN, SENA ŞENER, HEDONUTOPIA
2 Îlonê Înî: MANGA, DOLU KADEHİ TERS TUT, OZBİ, GÖKÇE
3 Îlonê Şemî: ATHENA, FATMA TURGUT, EYPIO, DEDUBLÜMAN
4 Îlonê Yekşem: DUMAN, SELDA BAĞCAN, FLÖRT, EVDEKİ SAAT.
(AO/AY)