Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di pêşengtiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Amedê têkildarî komkujiyên li girtîgehan diqewimin daxuyanî hatiye dayîn.
Gelek kes tevlî daxûyaniya ku li ser Şeqama Lîseyê hatiye dayîn bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Zekî Baran, Hevserokê MED TUHAD-FEDê bi bîr xistiye ku di sala dawî de 48 girtiyên nexweş mirine.
Baran, behsa gotinên Wêzîrê Dadê Bekîr Bozdag ên “Em girtiyên nexweş dixin rojeva xwe” kiriye û wiha berdewam kiriye: “Li dijî hemû komkujiyên heta îro li girtîgehan qewimîn, hikumet ji bo gel bixapîne derewên wisa dike. Kesên li Dîlokê 57 kes qetil kirin çima hatin berdan? Kesên weke kontra di salên 1990’an de gelê kurd qetil kirin çima hatin berdan? Çevîk Bîr bi kîjan armancê hat berdan û Aysel Tûglûk tevî ku nexweş e jî çima nayê berdan?”
Baran, diyar kiriye ku bi taybetî girtiyên bi giranî nexweşin nayên dermankirin, li girtîgehan pêketina vîrûsa koronayê zêde bûne û wiha gotiye: “Girtiyên ku testa wan a vîrûsê pozîtîk derdikevin û girtiyên din çima li cihekê tên rawestandin? Wan berdin bila li malên xwe bên dermankirin. Em encax bi vî awayî dikarin bawerî bi gotinên web ikin. Bi hezaran kes bi awayekî dijhiqûqî ji aliye dadgehên ku bûne noterên AKPê ve hatin girtin. Van girtiyan demildest berdin.”
Ji ber hilbijartinê dibin dostê Kurdan
Baran bi gotina “dema hilbijartin nêzîk dibe dostên Kurdan pir dibin” bang li muxalefetê kiriye û wiha axivîye: “Sibê kî were serî nêzîkatî wisa be kurd dê dîsa di girtîgehan de bin. Bi hezaran girtî di girtîgehan de ne. Ji bo van hûn çi dibêjin? Girtiyên nexweş di girtîgehan de ne ji bo efûya giştî hûn çi dibêjin, derkevin ka hûn ê çawa çareser bikin bînin ziman.”
“Li girtîgehan kriz heye”
Piştî axaftina Baran, Hevserokê TUAY-DERa yê Amedê Mehmet Gunduz metna daxuyaniyê xwendiye û wiha gotiye: “Tecrîda ku 23 sal in Birêz Abdûllah Ocalan pê re rûbirû dimîne bandora xwe li her aliyê civakê kiriye. Daraz bûye notera desthilatê û bi vê darazê bi hezaran girtî mehkûm bûye û girtîgeh hatine tijîkirin.Cihê ku herî zêde krîz lê heyî girtîgeh in.”(RT/AY)