Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Enqereyê yê Komela Mafên Mirovan (ÎHD), Rapora Çavdêriya li Binpêkirinên Mafan ên Nîsan-Gulan-Hezîrana 2022yê yên Girtîgehan Herêma Anatolya Navîn aşkere kiriye.
Li gorî nûçeya MAyê, di raporê de hatiye diyarkirin ku di van her sê mehan de li girtîgehan, bi kêmanî 13 kes mirine. Ji van 5 girtî nexweşên ku nexweşiyên wan giran bûn, mirina çaran ji wan jî biguman bû, her weha, rayedaran îdia kiriye ku çar girtiyan jî xwe kuştiye.
Li gorî raporê, di sê mehên navborî de, 76 kesî ji girtîgehên Herêma Anatolyaya Navîn, 14 kesî jî ji girtîgehên din, bi giştî 90 kesî ji ber mafên wan hatine binpêkirin, serî li Komîsyona wan daye.
- Heta 30ê Hezîrana 2022yê li girtîgehên Tirkiyeyê, 283 hezar û 455 jê cezaxwar, 38 hezar û 738 jê girtî, li ser hev 322 hezar û 187 kes tên girtin. 307 hezar û 232 ji wan mêr, 12 hezar û 693 jê jin û 2 hezar û 262 jê jî zarok in.
- Li gorî daneyên ÎHDyê, li girtîgehan 651 jê bi nexweşiyên giran, bi kêmanî hezar û 517 nexweşên girtî hene.
Îşkence li 15 girtiyan kirine
Li gorî raporê, girtiyan destên wan kelemçekirî dibin nexweşxaneyê. Girtî bi mahneya ku “doktor nînin” nayên dermankirin an jî rêveberiyên girtîgehan dermanên wan nadin wan.
ÎHDyê aşkere kiriye ku di mehên Nîsan-Gulan û Hezîrana 2022yê de li girtîgehên Herêma Anatolyaya Navîn îşkence û kiryarên xirab bi kêmanî li 15 girtiyan bûye:
“Rayedarên girtîgehan bi fikra ku “ji xwe wê lêpirsîna wan neyê kirin û ew ê neyên dadgehkirin” û ji ber ku serlêdanên girtiyan ên li cem Wezareta Dadê bê bersiv dimînin, bûyerên mîna van bûyeran gelek caran pêk tên û her diçe zêde dibin.”
“Girtiyê ku milê wî şikest, nehate dermankirin”
Hin mafên girtiyan ên ku hatine binpêkirin ev in:
- Digel ku cezayê li hin girtiyan hatine binîn, ne ‘miebeta girankirî ye’ ew dîsa jî li odeyên yekkesî tên girtin.
- Li Girtîgeha Îskîlîpê ya navçeya Çorûmê, girtiyekî gotiye ku li girthigehê heftê 7 rojan û rojê di navbera 12 û 18 saetan de bênavber kar bi wan didan kirin, dema ew li dijî vê derdikeve, heqaret û, dijûnan jê re dikirin, gefan lê dixwin.
- Li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hejmara 1ê ya Afyonê dixwazin bi darê zorê girtiyan li ser lingan bihejmêrin.
- Li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa Fyê, îşkence li girtîyekî/ê kirin û derb lê dan, milekî wî/ê şikest lê dîsa jî ew derman nekirin.
- Li Girtîgeha Îskîlîpê ya Çorûmê karmendekî girtiyek li ser kursiya ku dizîvire rûniştandiye û bi vî rengî lê daye.
- Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2yê ya Sîncanê, dema girtiyek birine nexweşxaneyê, heqaret lê kirine. (AS/FD)