* Fotograf: Cliff Booth / Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh (15ê Tebaxê) li Skotlendayê yaseyek derbarê kelûpelên reglê de hatiye qebûlkirin ku li gorî vê yaseyê wê saziyên dewletê kelûpelên reglê belaş belav bikin. Skotlenda bi vê yaseyê, li cîhanê bûye yekem welat ku kelûpelên reglê wê belaş bide.
Li gorî yaseya ku Parlamentoya Skotlendayê bi yekdengî qebûl kiriye, kesên pêwîstiya wan bi pedên hîjyenîk û tamponan çêbibe, wê bikaribin belaş ji şaredarî û saziyên perwerdeyê peyda bikin.
Parlamentera Partiya Karkeran, Monica Lennona ku ji bo yase bê qebûlkirin, kar dikir, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye û gotiye ku "gaveke mezin e".
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê Skotlenda ji sala 2017ê û heta niha ji bo kesên pêdiviya wan ji kelûpelên hîjyenîk hene, bikaribin van kelûpelan li qadên civakî bidest bixin, bi 27 milyon sterlînan mesref kiriye.
Pêşnûmeyase di 2017ê de hatibû rojevê
Parlamentera skotlendî Monica Lennonê pêşnûmeyase di sala 2017ê de pêşkêş kiribû.
Di wê demê de dihate gotin ku lêçûnên yaseyê wê bi qasî 24,1 mîlyon sterlinî be (li gorî nirxê sala 2020ê yê nêzîkî 191 mîlyon TL bû).
Lennonê wê demê jî di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku "Ev ne kelûpelên luks in. Di rastiyê de ev pêwîstiyên esasî ne û divê li Skotlendayê ti kes ji kelûpelên dema reglê mehrûm nebin."
Skotlendayê di sala 2018ê de li dibistanên seretayî, lîse û zanîngehan kelûpelên hijyenê belaş dida û bi vê biryarê li seranserê cîhanê bûbû yekem welat. (SD/FD)