Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî çavkaniyên hikûmetê, Kurdekî 30 salî ku welatiyê Tirkiyeyê ye, mafê penaberiyê wergirtiye. Aktîvîstê mafên Penaberan Lawyers for Refugees Networkê ev pêşkeftin wek mînakeke yekem li Japonyayê nirxandiye û bi pesndayînê pêşwazî li biryarê kiriye.
Li gorî nûçeya rojnameya The Asahi Shimbunê Parêzerê wî kurdî Koji Yamada roja Çarşemê daxuyanî daye û gotiye ku Daîreya Karûbarên Koçberiyê ya Herêma Sapporo bi biryara 28ê Tîrmehê Kurdekî ku welatiyê Tirkiyeyê ye weke penaber nas kiriye.
Penaberê Kurd bi rêya parêzerê xwe daxuyanî daye û gotiye, “Di vê têkoşîna dirêj de min hema hema hemû hêza xwe qedand, lê baweriya min a bi edalet û hiqûqê dewam kir.”
Penaberê Kurd di Sibata 2014an de çûbû Japonyayê. Di Nîsana 2014 û 2018an de bi sedema ku Kurd li Tirkiyeyê rastî zilmê tên ji bo penaberîyê serlêdan kiribû û herdu serlêdanên wî nehatibû qrbûlkirin.
Di sala 2019an de ji bo betalkirina biryarê doz vekiribû. Tevî ku Dadgeha Herêmî ya Sapporo doz betal kir jî, Dadgeha Bilind a Sapporoyê di meha Gulanê de biryar daye ku şandina kesê "ku tê îdiakirin ji aliyê leşkeran û yên din ve hatiye îşkencekirin" ji ber ku "ji bo endamên komên cudaxwaz ên li Tirkiyê erzaq dabîn kiriye" dê metirsiya zilmê li ser durist bike. Ji ber ku Tokyo îtîraz nekir, biryar hatiye qebûlkirin.
Li Japonyayê di sala 2021an de tenê 74 biyanî weke penaber hatine qebûlkirin. Tê pêşbînîkirin ku li wî welatî 2 hezar Kurd dijîn. Lê belê ji wan heta niha yek kesî mafê penabertiyê bidest xistiye.
(AEK/AY)