Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Selamî Saritaş, Duyemîn Serokê Federasyona Weqfên Elewiyan û Serokê Cemxaneya Kartalê li ber mala xwe rastî êrişê hatibû. Polîsan têkildarî êrişê 9 gumanbar desteser kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê êrîş ji ber dijminatiya şexsî pêk hatiye. Ajansê ragihandiye ku di navbera endamê Lijneya Komeleya Elewiyan Naki D. (48) û Selamî Saritaş de dijminatiya şexsî hebûye. Naki D. ji bo zirarê bide îtîbara Saritaş alîkarî ji Murat D.(41) xwestiye û wî rewş ji Muhîttîn F.yî(32) re gotiye. Mûhîttîn jî rewş ji Serkan G. (36)yî re gotiye û wî jî bi Ahmet Y. (30) re êrîş pêk aniye.
Ajansê destnîşan kiriye ku ji bilî Naki D., Murat D., Muhittin F., Serkan G. û Ahmet Y., 4 gumanbarên ku hatiye diyarkirin eleqeya wan bi mijarê re heye hatin desteserkirin.
Her wiha ajansê ragihandiye ku di encama lêgerînên ku li 15 mal û kargehek de hatine kirin, çekekî guleber û motorsîkletek ku hatiye tespîtkirin di bûyerê de bikaranîne hatiye bidestxistin. 9 gumanbarên hatin desteserkirin piştî îfadeyên wan ên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê kirine.
Bixwîne-44 sazî û partiyan bertek nîşanî êrişên li ser Cemxaneyan dane
Çi bûbû?
Selamî Saritaş, Duyemîn Serokê Federasyona Weqfên Elewiyan û Serokê Cemxaneya Kartalê Di êvara 5ê Tebaxê de li ber mala xwe ya Kolana Orhantepeya Kartalê rastî êrişê hatibû. Kesên ku êriş pêkanîne bi motosîkletê û du kes bûne.
Di 30ê Tîrmehê li Enqereyê li dijî gelek sazî û cemxaneyên elewiyan bi awayekî hemwext êriş pek hatibû. Di dema êrişan de paceyên hin saziyan hatin şikandin û di hin saziyan de jî welatiyên k u di saziyan de bûne rastî êrişa fîzîkî hatine.
Saziyên ku rastî êrîşan hatibûn ev in: Cemxaneya Şah-î Mardan ku li Kolana Egeyê ye, Cemxaneya Serçeşmeyê ku li Batikentê ye, Cemxaneya Pîr Sultan Abdal ku li Çankaya Oranê ye, Cemxaneya Şaxa DADê ya Enqereyê ya Ana Fatmayê ku li Tuzluçayirê ye, Navenda Giştî ya Weqfa Elewiyên Bektaşî yên Tirkmen û Komeleya Gundê Gokçebelê.(HA/AY)