Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
308 welatiyan bi daxuyaniyekê hişyarî daye mûxalefetê û gotine, “Nebin şirîkên vî sûcî”.
“Serokomar Recep Tayyîp Erdogan duh (8ê Tebaxê) di 13emîn Konferansa Balyozan a ku li Qesra Çankayayê hatiye lidarxistin de axivîye û gotibû, "Em ê têkoşîna xwe ya li dijî terorê bidomînin" û wiha dewam kiribû: "Biryara me ya avakirina xeteke ewlekarî ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan li ser sînorê me yê başûr mayî ye. Em ê di demeke nêzîk de bi paqijkirina deverên dawîn ku li Sûriyeyê rêxistina terorê lê cîgirin, xetên vê kembera ewlekarîyê bikin yek"
Akademîsyen, rojnameger, nivîskar û lîstikvan jî di nav de 308 kesan têkildarî operasyoneke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li muxalefetê kirine. Di daxuyaniya hevpar de hatine gotin ku “Nebin şirîkên vî sûcî!”
Daxuyaniya 308 welatiyan weha ye:
“Tê gotin ku niha jî amadekariya operasyoneke leşkerî ya li dijî Bakurê Sûriyeyê/Rojava dikin. Tu sedemeke rewa ya vê tevgerê/şer nîne. ‘Dijminê ku li Sûriyeyê gefê li welatê me dixwe’, tenê hinceteke koalîsyona desthilatdariyê ye. Li wir mileteke heye ku xaka wan hatiye dagirkirin, ji bo parastina gelên xwe, hebûna xwe û pergala xwe têdikoşin û di vê têkoşînê de jî tên kuştin, dikujin, êşên mezin û wêraniyeke mezin dijîn.”
“Tenê bi kêrî berjewendiyê desthilatê ye”
“Di vî şerî de ji bilî desthilatdarî û şirîkên wê, berjewendiyên tu derdoreke din nîne. Zarokên me ne ji bo parastina welatê me lê ji bo mayîndebûna desthilatdariyê dimirin û ev şer ziyaneke mezin digihîne 84 milyon welatiyan. Di serdemekî ku bi milyon kes di sînorê birçîtiyê de ne; ji perwerdeyê heta ji ked û tenduristiyê di her alî de pirsgirêkên mezin tên jiyîn û di rewşeke wiha de lêçûnên pir mezin bo çekan û şer tên xerckirin. Ev jî bandoreke neyînî li jiyana 84 milyonan kesan dike. Ji wê hêj wêdetir, pêşeroja me dîl digire û hêviyên me dikuje. Ne tenê zarokên me jiyana xwe ji dest didin, pêşeroja wan jî tarî dibe.”
“Maseya 6 alî bê deng e”
“Heta niha jî ji maseya 6 alî dengekî xurt derneketiye. Me heta niha jî nedîtiye ku we bi dengekî bilind ji şer re gotibe ‘Na.’ Heke hûn dengê xwe ji siyaseta şerxwaz a desthilatdariyê nekin, dê bibin şirîkên sûcên li dijî gelê me û mirovahiyê û xwîna tê rijandin. Nebin şirîkên tu sûcên vê desthilatdariyê, bi taybet jî şer. Dibe ku hûn ji tawanên weke xayîn, terorîst, alîgirên PKK’ê û hwd. tirsiya bin û hûn tirsiyan ku dengên we kêm bibin. Di halê hazir de bêdengiya we tenê bi kêrî tifaqa Erdogan-Bahçelî hat. Em dixwazin ku hûn dawî li vê bêdengiya xwe bînin û li dijî şerê li Sûriye û Iraqê tê kirin, li dijî îlhaqkirinê dengê xwe bilind bikin û bi aşkere û bi wêrekî bibêjin ji şer re na.”
Kesên ku îmzeya wan li bin daxûyaniyê ne ev in:
A. Haluk Ünal A. Tuncer Sümer Abdo Yılmaz Abdulğafur Doğru Abdulhakim Daş Abdulkerim Yakut Abdullah Demirbaş Abdülbaki Erdoğmuş Adnan Gündoğan Adnan Gürcan Adnan Şanlı Ahmet Aykaç Ahmet Dumlu Ahmet İnsel Ahmet Kırım Ahmet Tüzün Ahmet Yıldırım Akın Evren Aksel Agan Alaattin Yüksel Alev Er Ali Bilen Ali Haydar Konca Arif Mardin Armağan Özel Asiye Kolçak Aslan Demir Aslı Erdoğan Asuman Bayrak Atilla Keskin Attila Durak Ayetullah Aşiti Ayhan Ergenç Aysun Höbek Ayşe Erzan Ayşe Öncü Ayşe Özen Ayşe Sözeri Cemal Ayşegül Devecioğlu Ayşen Şahin Ayten Gümüşel Bahadır Altan Baise Pirim Banu Can Barbaros Şansal Barış Ulus Baskın Oran Beral Madra Bilal Şadi Oğuz Binnaz Toprak Bumin Güneri Bülend Tuna Bülent Atamer Bülent Bilmez Bülent Erdem Bülent Tekin Cabbar Barış Cahit Mete Can Dündar Cavit Kutaniş Celal Temel Cemal Satı Cengiz Arın Cihangir Balka Cuma Çoşan Çağlayan Üçpınar Çetin Ali Nergis Çetin Yılmaz Dilşa Deniz Doğan Özgüden Doğan Özkan Dursun Bulut Elif Aytaç Emine Uşaklıgil Emre Kutlu Emsal Orhan Ender Seren Enes Atila Pay Erdal Karayazgan Erdoğan Aydın Erdoğan Bayram Erdoğan Kahyaoğlu Erol Özkoray Esra Koç Esra Mungan Fatma Akdokur Fatma Aytaç Fatma Bostan Ünsal Fatma Gök Fatma Mefkure Budak Faysal Sarıyıldız Fehim Işık Fehmi Tek Ferhat Tunç Fethiye Çetin Fevzi Kömürcü Feyha Karslı Filiz Kardam Firdevs Nazan Eroğlu Fügen Kanadıkırık Füsun Kaya Gaye Boralıoğlu Gençay Gürsoy | Gönül Ertör Gülayşe Koçak Gülden Önal Gülnur Acar Savran Gülnur Yılmaz Gülser Kayır Gürhan Ertür Güven Yılmaz Habib Bektaş Hacer Ansal Hacer Eren Hadi Cin Hakim Tokmak Halil Aksoy Halil Ergün Halil İbrahim Yenigün Halis Ertaş Hamiyet Akkaya Hanife Yüksel Harun Toptan Hasan Cemal Hasan Ergül Hasan Fehmi Nemli Hasip Kaplan Hayri İnönü Hikmet Savaş Ektirici Hüseyin Demirton Hüseyin Yılmaz Hüsnü Okçuoğlu İbrahim Mutlu İbrahim Yön İhsan Direk İlhan Çelik İlter Sayın İnci Tuğsavul İshak Kocabıyık İsmail Budak İsmail Duygulu İsmail Gönen İsmet Hüsrevoğlu Jini Güneş Kadir Amaç Kadir Bal Kahraman Oğuz Kemal Bilget Kemal Pekgöz Kemal Ulaş Kemal Yüksel Korkut Akın Kuvvet Lordoğlu Lale Mansur Latif Şimşek Lezgin Botan Lütfiye Bozdağ M. Emin Eren M. İhsan Çevik M. Kemal Parlak M. Sait Yıldırım M. Şirin Özel Mahinur Şahbaz Mazhar Zümrüt Mehmet Ali Çoşkun Mehmet Altun Mehmet Aslan Mehmet Hanifi Yangın Mehmet Kuzu Mehmet Naci Sürmeli Mehmet Parlak Mehmet Uğur Mehmet Yücel Melek Erman Köni Melek Taylan Melsa Ararat Menderes İnanç Meryem Koray Metin Çakan Metin V. Bayrak Mevlut Ülgen Mihail Vasiliadis Mukaddes Çelik Murat Çelikkan Murat Utku Murathan Mungan Mustafa O. Sinemillioğlu Mübetcel İlhan Münir korkmaz N. Süleyman Özyalçın Nafiz Özbek Nazar Büyüm Nazmi Algan Nazmi Paylaşmış Nebahat Akın Necip Alişan Bekiranlı Necmiye Alpay Nefise Bazoğlu Nergiz Ovacık Nesrin Aslan Nesrin Nas Nesteren Davutoğlu Neşe Erdilek Nevzat Onaran Nihat Bulut Nihat Şahbaz | Nil Mutluer Nilgün Doğançay Nilgün Yurdalan Nizamettin Acar Nur Çiğdem Tezel Nur Deriş Nur Sürer Nuray Tekin Nurcan Baysal Nurdan Şahin Olcay Şimşek Orhan Alkaya Orhan Doğançay Orhan Silier Osman Kırımlı Osman Okkan Oya Akıncı Oya Baydar Oya Berk Ömer Akat Ömer Ceylan Ömer Madra Ragıp Zarakolu Rahmi Yıldırım Rakel Dink Refet Ali Yalçın Resul Sever Reşo Son Reyan Tuvi Rıza Türmen Ruhi Örmeci Saadet Becerikli Saadet Erkuş Sabahat Yavuz Sabahattin Diril Saime Erkal Sait Atalay. Salih Zeki Tombak Salman Kaya Savaş Erdoğan Selahatttin Karavul Sema Bulutsuz Sema Gülez Semir Özmen Semra Eker Semra Somersan Sena Kaleli Serdar Arat Serdar Keskin Serdar M. Değirmencioğlu Serhat Bucak Servet Demir Sevgi Binbir Sevil Peach Sevim Cengizkan Shleymun Rhawi Sibel Yiğitalp Suat Bozkuş Suavi Sultan Tekinarslan Süleyman Eryılmaz Süleyman Karataş Şahika Yüksel Şanar Yurdatapan Şebnem Ungan Şefika Gürbüz Şenay Feyzioğlu Şengün Kılıç Şeref Yıldız Şükrü Aslan Şükrü Turhal Tacettin Demir Tahsin Yeşildere Talat Kırış Tarık Kayakan Temel İskit Toros Korkmaz Tuna Altınel Türkan Kentel Ufuk Daşcan Umut Anıl Özdoğan Ülkü Schneider-Gürkan Ümit Aktaş Ümit Özdemir Ünal Karasu Vehbi Müjdecioğlu Veysi Tokmak Viki Çiprut Yalçın Ergündoğan Yaprak Zihnioğlu Yasemin Bektaş Yavuz Okçuoğlu Yıldız Tekgönül Zehra Kabasakal Arat Zehra Şenoğuz Zeki Oğuz Zeki Uzun Zekiye Güzin Tümer Zeliha Karınca Zeynep Atikkan Zeynep Selimoğlu Akıncı Ziya Halis |
(AÖ/AY)