Fotograf: ALIKEV
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn di doza kuştina Alî Îsmaîl Korkmazî de biryara xwe aşkere kiriye. Alî Îsmaîl Korkmaz di dema berxwedana Geziyê de li Eskîşehîrê hatibû kuştin. Malbata wî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
Sedemên Biryara ku Dadgeha Destûrî daye îro di Rojnameya Fermî de hatiye weşandi. Dadgehê bi yekdengî gotiye ku "hêla rêgez û madî yê qedexeya eziyetkirinê hatiye binpêkirin."
Dadgeha Destûrî wê mînakek ji biryarê bişîne Dadgeha 3yê ya Cezayê Giran a Kayseriyê û ji wan xwestiye ku polîs Huseyîn Engîn bila careke din bê dadgehkirin û encamên binpêkirina qedexeya eziyetkirinê ji holê rabe.
Piştî ku dadgeha li Kayseriyê biryara dabû, dosye du caran çûbû ber destê heyeta Dadgeha Bilind. Dadgehê 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Engînî birîbû û aşkerekirina cezayî bipaş xistibû.
Her weha wê 67 hezar û 500 lîreyî weke tazmînat bidin malbata Alî Îsmaîl Korkmazî.
Serlêdana ji bo "mafê jiyanê" qebûl nekiriye
Xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz, di sala 2013ê de, di dema çalakiyên Parka Geziyê de li Eskîşehîrê rastî êrîşekî hatibû. Polîsan û hin sivîlan di dema êrîşê de li Korkmazî dabû û ew kuştibû.
Bavê Alî Îsmaîl Korkmazî Şehap Korkmazî, dêya wî Emel Korkmazî, xwişk û birayên wî Gurkan Korkmaz, Melîke Çakirkaya û Aylîn Taktûk bi sedema ku "lêpirsîneke bibandor a cezayî nehatiye kirin, ji ber şêweyê mirinê û tiştên neyênî yên berî û piştî mirinê xizmên nêzîk êş û elek kişandine û ji ber wê jî mafê jiyanê, mafê sazkirina civîn û meşên xwenîşandanê û qedexeya kiryarên xirab hatine binpêkirin" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn.
Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe de gotiye ku qedexeya eziyetkirinê hatiye binpêkirin lê ji bo yên din gotiye ku em ne erkdar in û serlêdan qebûl nekiriye. (AS/FD)