Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenşayarê tevî kurê xwe Ferît Şenyaşarî daye destpêkirin, di roja xwe ya 518ê de dewam dike.
Li Pirsûsê, navçeya Rihayê parêzvan û xizmên Parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê Îbrahîm Halîl Yildizî, di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî Malbata Şenyaşarî kiribûn û di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatibûn kuştin. Kurê wê Ferît Şenyaşar bi birîndarî ji êrîşê rizgar bûbû.
Malbata Şenyaşarî îro xwestiye li ser pêlikên ber Edliyeya Rihayê rûnê lê polîsan destûr nedaye wan. Polîsan diyar kiriye ku Walîtiya Rihayê ferman daye da ku wan nexin nava bexçeyê edliyeyê.
Ji ber germa zêde, ev demeke malbatê Nobeta Edaletê li bexçeyê edliyeyê dewam dikir.
"Li şûna me asteng bikin, kujeran bibînin"
Polîsan diyar kiriye ku bi fermana Walîtiya Rihayê ev biryar hatiye standin û ji ber "qedexe ye li ber avahiyên dewletê çalakî bê kirin" ew ê nehêlin Malbata Şenyaşar bikevin nava bexçeyê edliyeyê. Polîsan gotiye ku ew dikarin li ber bariyerên beton ên li ber avahiya Edliyeya Rihayê rûnên.
Emîne Şenyaşarê bertek nîşanî astengkirinê daye û gotiye, "Li şûna hûnê me asteng bikin, kujeran bibînin, bi hêsanî li Pirsûsê digerin."
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (TY/FD)