Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di roja sêyem a êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de, aliyan ji bo agirbestê li hev kiriye û ev agirbist li gorî saeta Tirkiyeyê duh (7ê Tebaxê) saet di 23.30 deqîqeyî de bicih bûye.
Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî Davûd Şîhab ji nûçegîhanê Ajansa Anadolûyê re gotiye, "Me ji bo jê agirbesta ku bi navbeynkariya Misrê pêk hatiye û wê îşev saet di 23.30 deqîqeya de bikeve meriyetê, li hev kiriye." Ofîsa Serokwezareta Îsraîlê jî daxuyaniyek weşandiye û zanyariyên derbarê agirbestê de piştrast kirine.
Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî Şîhabî diyar kiriye ku rêveberiya Misrê soz daye wan û wan jî agirbest qebûl kiriye. Li gorî van sozan rêveberiya Misrê ji bo Xelîl Avavdeyê li girtîgeheke Îsraîlê di greva birçîbûnê de ye û rêveberê Tevgera Cîhada Îslamî Bessam Saadiyê di 1ê Tebaxê de hatiye desteserkirin serbest bibin, wê kar bike.
Sekreterê Giştî yê heman tevgerê Ziyad en-Nehhaleyî îro di saetên sibehê de civîneke çapemeniyê li dar xistiye û gotiye, "Ger Îsraîl şertên agirbestê yên qebûl kirine pêk neyne, ew ê weke ku peyman nebûye tevbigerin û dîsa dest bi şerî bikin."
Ofîsa Berdevkan a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterresî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ew ji ber agirbestê kêfxweş in.
Hejmara miriyan bûye 44
Li hêla din Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daxuyaniyek weşandiye û diyar kiriye ku ji ber şer û pevçûnan, ji 5ê Tebaxê heta niha 15 jê zarok, çar jin li ser hev 44 kes mirine.
Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hejmara birîndaran bûye 360 lê derbarê rewşa birîndaran de zanyariyên berfireh nedane.
Çi bûbû?
Leşkerên Îsraîlê di 1ê Tebaxê de li bajarê Cenînê yê Şerîaya Rojava rêveberê Tevgera Cîhada Îslamî Bessam Saadî birîndar kiribû û ew desteser kiribû. Di pevçûnê de filistîniyek miribû.
Artêşa Îsraîlê piştî desteserkirina Saadiyî, li ser ihtimala bersivdayîna Tevgera Cîhada Îslamî, li derdora Xezeya dorpêçkirî tedbîrên berfireh wergirtibûn.
Yekîneyên artêşê rêyên mezin ên li derdora Xezeyê yên herêmên ku niştecihên Cihû lê dimînin, ji çûn û hatinê re girtibûn. Bi dehan caran li ser asmanên Xezeyê balafirên bêmirov hatibûn firandin.
Di van 5 rojan de deriyên sînorî yên Beyt Hanûnê (Erez) û Kerem Ebû Salîmê yê li bakurê Xezeyê ne, girtibûn.
Artêşa Îsraîlê duh bi rêya esmanî êrîşî Xezeyê kiriye. Di dema êrîşan de yek ji fermandarên Tevgera Cîhada Îslamî Teysîr el-Caberî jî hatibû kuştin.
Ji bilî El-Fetîhê, rêxistinên filistînî yên li Xezeyê daxuyaniyeke hevpar weşandibû û gotibûn ku ew ê bersiva êrîşan bidin. Di saetên êvarê de jî gelek roket avêtibû Îsraîlê. (SD/FD)