Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” di 9ê Adara 2021an de dabûn destpêkirin. Nobet di roja 515emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Malbat serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatiye pêşiya Dadgeha Rihayê. Malbatê weneyên ambûlansê yê piştî qetilkirina 3 ferdên malbata xwe û pankarta ku li ser "Heke dewlet hebe edalet li ku ye? 515 roj in çima ev zilm berdewam dike?" nivîsandî hilgirtine û dest bi nobeda îro kirine.
Di bin 60 pile germahiyê de lêgerîna edaletê
Ferit Şenyaşar diyar kiriye ku lêgerina wan a edaletê didome û wiha gotiye: "Li Rihayê germahiyekî zêde heye û carnan pîleya germahiyê 60an derbas dibe. Li gel vê yekê em nobeda xwe didomînin. Neheqiyek, zilmek heye li holê. Hemû rayedarên dewletê vê bêhiqûqiyê dibînin. Li vir ambûlansekî dewletê heye. Êrişekî li ambûlansa dewletê hatiye kirin wek êrişekî li rûmeta dewletê hatiye kirin e. Em dixwazin demildest li gorî dewleta hiqûqê tişta pêwist were kirin û dawî li vê zilmê were."
Şenyaşar diyar kiriye ku ji ber nexweşîyên dayika xwe dê îro nobeda xwe zû biqedînin û biçin nexweşxaneyê. Şenyaşar xwestiye ku rayedar wezîfeya xwe bi cih bînin û gotiye: "Êdî ji ber vê zilmê taqeta me nema."
Malbatê di parvekirina li ser hesaba xwe ya medya civakî de jî qetlîama Roboskiyê bibîr xistiye û ev peyam weşandiye: "Ger ku dewlet hebe, edalet li ku ye? Heke ku edalet hebe çima li pêşiya Edliyeya Rihayê ev 515 roj in zilm didome? Ji bo Robokiyê edalet, ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesî edalet."
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(TY/AY)