Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sopranoya Kurd Pervîn Çakarê diyar kiriye ku ji bo konserê bide serî li salona Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê daye û ji ber ku di repertuwara wê de stranên kurdî hebûne salon nedane wê.
Çakarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kiriye û gotiye, "Ji bo ku em di meha Gulanê de konserekê bidin me ji salona konsera ya Zanîngeha Artûklûyê re daxwazname nivîsand. Rektor gelekî erênî bû.”
"Piştre repertuwara konsera min xwestin. Ji ber ku di repertuwara min de berhemên kurdî hene, salona konserê nedan min. Ez xemgîn im ku ez nikarim li bajarê xwe konserekê bidim. Nabe ku were pirsin ka di repertûwara hunermendekî de çi ziman hen in. ev sûcê mirovahiyê ye."
(RT/AY)