Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Osman Kavala bi îdiaya ku "sîxurtî" kiriye cezayê miebeta girankirî hate cezakirin. Sedema vê tohmetê jî ew bû ku, li gorî îdiayê, Osman Kavalayî tevî xebatkarê kevn ê Wezareta Karûbarên Derve yê DYAyê Henry Barkeyî re şîv xwariye. Barkeyî cara duyem derbarê vê mijarê de daxuyaniyek daye.
Henry Barkey ji Gerçek Gundemê bi Samî Menteşî re axiviye û gotiye ku "Min wê şevê ne bi Kavalayî re lê bi rojnamegerekî/e navdar a/ê tirk re xwarin xwar." Barkeyî navê wî/wê rojnamegerî/ê neda lê wî got ku navê wî/ê rojnamegerî/ê di îdianameyê de nehatiye nivîsîn.
Barkeyî gotiye: “Wê şevê ez û rojnamegerekî/e navdar ê/a tirk me bi hev re xwarin dixwar lê dema em rewşa Tirkiyeyê bidin ber çavan ne rast e ez aşkere bikim bê ka ev kî ye. Ji ber vê û bi rastî ji ber min nexwest ez bibim parçeyek ji lîstikên xapînok û neheq, heta niha min tiştek negot; ger ew bixwaze dikare aşkere bike.”
"Em li ser lingan bi hev re axivîn"
"Wê şevê dema ez çûn lokanteyê Osman Beg û çend kesên ewropî bi hev re xwarin dixwarin. Ji ber ku me hev nas dikir, du sê deqîqeyan, em li ser lingan bi hev re axivîn. Paşê ez çûm maseya xwe.
"Navê Sylvia û Marwayê jî li îdianameyê hatiye nivîsîn ku wê şevê li heman lokantayê li ser maseyeke din xwarin dixwarin û tevlî min wê heftê beşdarî wê konferansû bûbûn li îdianameyê hatiye nivîsîn (diyar e ku kesên wê şevê li lokantayê bûn, lêkolîna wan hatiye kirin), navê kesê/a bi min re xwarin dixwar nehatiye nivîsîn, ev tiştekî gelekî balkêş e."
Berê jî gotibû
Henri Barkey berê jî (Sibata 2020) bi Tûnca Ogretenî re axivî bû û derbarê îdiaya xwarinê de gotibû:
“Gelekî kêfa min ji Lokanteya Karakoyê re tê. Dema roja duşemê, saetên êvarê (18ê Tîrmeha 2016ê) ez ji bo xwarinê çûm wir, min Osman û hevalên wî li wir dîtin. Dema ez dîtim, rabû û me li ser lingan 4-5 deqîqeyan sohbet kir. Paşê li şûna xwe rûnişt, ez jî çûm cem hevalên xwe yên ku min he bi wan re xwarin bixware." (HA/FD)