Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mejiyê Alî Ataçê girtiyê 20 salî li nexweşxaneyê miriye.
Ataç li Girtîgeha Metrîsê ya Stenbolê dihate girtin. Di 20ê Hezîranê de ew xistine girtîgeha yekkesî. Paşê îdia kirine ku wî xwe kuştiye û birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bagcilarê.
Doktoran ji malbatê re gotiye ku dema Ataş anîne nexweşxaneyê, mejiyê wî têk çûye. Dema Ataç li newxeşxaneyê dihat edermankirin, dadgehê di 29ê Hezîranê de biryar daye ku ew tehliye bibe.
Dozgeriyê lêpirsîn daye destpêkirin
*Alî Ataç / Fotograf: MA
Bavê Ataçî bi sedema ku mirina kurê wî “bigûman e” di 20ê Tîrmehê de serî li Serdozgeriya Komarî ya Bakirkoyê daye û gilî kiriye.
Dozgeriyê lêpirsîn daye destpêkirin û ji rêveberiya girtîgehê xwestiye ku dîmen û zanyariyên heyî ji wan re bişînin.
Li gorî nûçeya Mehmet Aslanî ya di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, Ataş di 24ê Hezîranê de ji ber bûyereke edlî hatiye desteserkirin. Li Qereqola Polîsan a Fîlîzkoyê îfadeya wî hatiye wergirtin û paşê ew şandine Edliyeya Bakirkoyê.
Piştî jêpirsîna wî ya li dozgeriyê, Dadweriya Aştî û Cezayan ew girtiye û şandiye girtîgehê.
Li gorî îdiayê Ataş di dema şewbê de li hicreya yekkesî hatiye girtin. (RT/FD)