Fotograf: Kesên di encama bombebaranê de birîndar bûne, dibin nexweşxaneyan /Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gundê Perexê yê navçeya Zaxoyê, Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) gundek bombebaran kiriye. Di encama bombebaranê de 9 sivîl mirine, 22 jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li gundê Perexê yê navçeya Zaxoyê yê bi ser Dihokê ve girêdayî ye, îro hêzên TSKyê bombebaran pêk anîne.
Qaymeqamê Zaxoyê Mûşîr Beşîrî gotiye ku, sivîlên li gundî çûne geştiyarê bûne hedefa bombebaranê. Kesên birîndar birine Nexweşxaneyên li Zaxoyê. Beşîrî diyar kiriye ku kesên bûne hedef, geştiyarên ereb in.
Gelek kes birîndar bûne
Rayedarên Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Zaxoyê destpêkê diyar kiribûn ku di bombebaranê de 8 kes mirine.
Ajansên ku li Herêma Kurdistanê weşanê dikin di nûçeyên xwe de hejmara mirî û birîndaran ji hev cida weşandibûn.
Di hin nûçeyan de hejmara miriyan bi kêmanî 10, di ya hinekan de jî bi kêmanî 5 hatibû nivîsîn.
Rojnewsê destpêkê di nûçeya xwe de gotibû ku bi kêmanî 8 kes mirine, 17 ker birîndar bûne. (AEK/FD)