Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîneI
Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê mafê kombûn û xwenîşandanê û rêgeza qanûnîtiyê yê sûc û cezayan de du biryarên cida dane.
Di biryaran de diyar kiriye ku her du maf li gorî Destûra Bingehînin û bi cezayên pereyan re, maf hatine binpêkirin.
320 lîre cezayê pereyan hatibû birîn
Li Enqereyê, li Kolana Yukselê ji bo çalakiya “Ez karê xwe dixwazim” wê di 29ê Gulana 2019ê de bi slogana “Berxwedana Yuskelê li Sifreya Gelî Kom Dibe” sifreya fitarê bihata danîn.
Çalakvan çûbûn ber avahiya Odeya Mîmaran a li Kolana Yukselê û dema xwestin qertonên di deste xwe de deynin erdê û sifreya fitarê vekin, polîsan midaxele li wan kiribû. Kesên ku hatibûn desteserkirin, piştî îfadeyên xwe dabûn, serbest bûbûn. Lê li gorî Xala 32yê ya Qanûna Qebahetan a hejmar 5326ê her yek ji çalakvan Îpek Moral û Nûriye Gulmenê re 320 TL cezayê pereyan hatibû birîn.
Her duyan jî li dijî vê biryarê serî li dadgehê dabên. Dadweriyên aştî û cezayan ên Enqereyê di biryarên xwe de gotibûn ku cezayên hatine birîn li gorî rêgez û qanûnan e û serlêdana her du çalakvanan qebûl nekiribûn. Moral û Gulmenê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn.
Serlêdana Gulmenê biencam bûye û Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe de gotiye ku Xala 34ê ya Destûra Bingehîn ya derbarê civîn û meşen xwenîşandanê de hatiye binpêkirin. Her weha biryar daye ku 4 hezar û 500 TL mesrefa parêzeriyê bidin Gulmenê.
Di heman biryarê de hatiye gotin ku ji bo encamên binpêkirinê ji holê rabin, ew ê dosyayê bişînin Dadweriya Aştî û Cezayan a 3yê ya Enqereyê û Dadweriya Aştî û Cezayan a 6ê ya Enqereyê û jinûve dadgehkirin pêk bê.
Derbarê belavkirina belavokan de jî biryarek daye
Dadgeha Destûrî îro derbarê belavkirina belavokan de jî biryarek daye ku endamê Halkevleriyê, Firat Can Karayî serî lê dabû.
Di 5ê Sibata 2019ê de li ser Kolana Natoyolûyê derbarê krîza ekonomik de sê kesan belavok belav kirine.
Polîsên çûbûn cihê bûyerê li ser sê kesan geriyabûn ku tîşortên Halkevleriyê li xwe kiribûn. Paşê ew birina navenda polîsan. Bi sedema ku der û dor aciz kirine polîsan, li gorî qanûna qebahetan her yek ji wan 153 TL cezayê pereyan li wan kesan birîbûn.
Lê dema polîs çûbûn cihê bûyerê Kara ne li wir bûye. Polîsan derxistiye holê ku Kara beriya ew çûne cihê bûyerê bi saetekê ji wir çûye. Paşê jî ji bo kar û barên resmî pêk bînin, bang li Karayî kirine da ku biçe qereqobê. Paşê jî 153 TL cezayê pereyan li wî jî biriye.
Karayî gotiye ku belavkirina belavokan ne qedexe ye û ne sûc e û serî li dadgehê daye. Dadweriya Aştî û Cezayan a 3yê ya Enqereyê gotiye ku biryara cezakirinê li gorî rêgez û qanûnan e.
Karayî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û xwestiye ku biryar betal bibe.
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Karayî qebûl kiriye û di biryara xwe de gotiye ku cezayê li Karayî hatiye birîn “rêgeza qanûnîtiyê ya sûc û cezayan binpê kiriye” û ceza betal kiriye.
Dadgeha Destûrî her weha ji dadweriyê xwestiye ku careke din dadgeh bike. Karayî xwestibû ku tezmînatê bidine wî lê Dadgeha Destûrî ev daxwaz qebûl nekiriye. Biryar daye ku bi tene 4 hezar û 500 TLyî ango heqê parêzeriyê bidine Karayî. (AS/FD)