Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Girtiyê ku ji Girtîgeha Aydinê tehliye bûye, behsa girtiyê bi navê Yilmaz Ekincî yê bigûman miriye kiriye.
Kevnegirtiyê ku nexwestiye navê xwe aşkere bike, ji MAyê bi Semra Tûran û Tolga Guneyî re axiviye. Kevnegirtiyî diyar kiriye ku ne mimkun e Ekincî xwe bikuje: “Di odeya çavdêriyê de ne ku mirov ji bo xwe daliqînin tiştekî bikaribînin bidest bixin, pêlava te jî ji te distînin. Li gorî nêrîna min, stûyê wî şikest û paşê gotin xwe kuştiye.”
“Ne tiştekî bibirek ne jî ben, tiştekî nahêlin”
MAyê vîdeoyek bidest xistibû ku beriya mirina wî gardiyanan Ekincî xistibûn nava xwe û ew kaş dikirin.
Li Girtîgeha Aydinê di dema pandemiyê de li qawişên 16 kesî 28 kes, li yên 30 kesî jî nêzîkî 50 kes dimînin. Li girtîgehê cihê 870 kesî heye, lê niha hezar û 302 kes lê dimînin.
Di sala 2016ê de Mûharrem Bahçivan jî miribû û mirina wî bigûman bû. Di 26ê Adara 2022yê de dilê Îbrahîm Kaplanî sekinîbû û hatibû îdiakirin ku bi derengî midaxeleyî wî kirine.
Girtiyê ji Girtîgeha Aydinê tehliye bûye, gotiye ku roja bûyer qewimiye, wan tiştên gardiyan û Yilmaz Ekincî diaxivîn, ji qawişê guhdar dikir û piştî bi demekê zanyariya mirinê hatiye ji wan re. Her weha diyar kiriye ku baweriya wan bi daxuyaniya xwekuştinê nehatiye:
“Lewra li wê cihê çavdêriyê yê ew xistinê, ti cihek nîne ku xwe lê daliqîne. Ne ku mirov ji bo xwe daliqînin tiştekî bikaribînin bidest bixin, pêlava te jî ji te distînin. Benê eşofmanî jî derdixin û ji te distînin. Te tenê bi pantolon û tîşortî dixin hundir. Tu nikarî bi ti rengî tiştekî bibirek ne jî benekî bixî hundir. Beriya niha jî li wir xwekuştin pêk hatiye, ji ber wê ne mimkun e.
“Dirêjiya deriyê tenekeyî mitro û nîv e, ne mimkun e ku mirovek xwe bi wî ve daliqîne. Ger Yilmaz dîk bisekine, bejna wî ji ya deriyî zêdetir e. Bi tenê tê xwe ji çongê ve girê bide, divê yek te bilind bike û li wir daliqîne. Piştî bûyerê dema ez ketim cihê çavdêriyê, ez lê fikirîm bê ka Yilmaz çawa kiriye. Derî dihate navika min. Ne mimkun e ku yek li vir xwe bikuje. Li gorî nêrîna min, stûyî wî şikest. Paşê gotin xwe kuştiye.
Çi bûbû?
Yilmaz Ekinciyê 28 salî yê ji navçeya Hîzana Bedlîsê ye, ji ber bûyereke par di meha Tîrmehê de bûye, bi tawana “birîndarkirinê” hatibû girtin û ew xistibûn Girtîgeha Tîpa Eyê ya Aydinê. Di 13ê Kanûna Paşiyê de cî hatibû îdiakirin ku wî xwe kuştiye.
Rêveberiya girtîgehê îdia kiribû ku Ekinciyê bejna wî mitro û 70 santîm e, xwe bi hesinê deriyê qawiyê ve daliqandiye ku bilindahiya hesinî mitro û 48 santîm e. Ji malbata wî re gotiye, “Psîkolojiya Ekinciyî têk çûye.”
Ji ber ku dîmenên kameraya ku deriyê odeya çavdêriyê dibîne, ew odeya cenazeyê Ekinciyî jê derketiye nedane malbatê û di zanyariyên derbarê bûyerê de nakokî hene, bawerî bi îdiayan neaniye.
Piştî mirina bigûman, Serdozgeriya Komarî ya Aydinê lêpirsîn daye destpêkirin. Midûriyeta Girtîgeha Tîpa Eyê ya Aydinê jî derbarê bûyerê de raporek amade kiriye. Di raporê de hatiye îdiakirin ku Ekinciyî li qawişê bi dengê bilind dijûn kirine û ew birine odeyê û li wê odeyê xwe bi benê eşofmanî daliqandiye. (AS/FD)