Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo sala 36ê ya avakirina ÎHDyê li Sûltanahmetê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Di dema civînê de pankarta ku li ser wê nivîsa “Têkoşîna me ya mafparêziyê dewam dike, wê dewam bike" û kaxizên ku li ser wan nivîsên “Na ji şer re, bila hema niha aştî pêk bê", “Mirov bi mafên xwe mirov e”, “Bila tundkariya dewleta mêran bidawî bibe” û “Ji îstîsmara li zarokan tê kirin re bibêje na" hatibûn nivîsîn bilind kirine.
Li gorî nûçeya MAyê Hevseroka Giştî ya ÎHDyê Eren Keskîn, Dayikên Şemiyê û nûnerên gelek saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûne.
"Êrîşên li ser mafên bingehîn dewam dikin"
Hevseroka Şaxa Stenbolê ya ÎHDyê Gulseren Yoleriyê diyar kiriye ku "komele piştî derbela leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî di nava şert û mercên zehmet de hatiye avakirin.
Her weha gotiye “Li tevahiya cîhanê mafên mirovan zêde zêde tên binpêkirin. Dema komele hate avakirin, yek ji mijarên herî zêde li ser dihate axavtin, mafê jiyanê û îşkence bû. Nîqaşên derbarê êrîşên ku li ser azadiya xweîfadekirinê û rêxistiniyê jî û zext û zor jî gelekî zêde dihatin nîqaşkirin. Hîna êrîşên li ser mafên me yên bingehîn dewam dikin."
Paşê Hevseroka Giştî ya ÎHDyê Eren Keskîn axiviye û gotiye, ÎHD yekem rêxistina civaka sivîl e ku piştî derbeya leşkerî hatiye avakirin.
Keskînê diyar kiriye ku ÎHD li dijî milîtarîzmê ava bûye: "Divê em pêşekên xwe yên ku di vê rêyê de can dane, Vedat Aydinî, Mûsa Anterî, Leman Firtinayê û hemû mirovên ku me winda kirine, bibîr bînin. Baş e ku ÎHD heye."
98 mafparêzan ava kiriye
98 mafparêzan beriya niha bi 36 salan, di 17ê Tîrmeha 1986ê de, ÎHD ava kiriye ku di nava wan de xizmên girtiyan, nivîskar, rojnameger, doktor, hiqûqnas, mîmar, endezyar û akademîsyen jî hebûn.
Di nava avakaran de ev kes hebûn: Leman Fırtına, Şaziment Şulekoğlu, Melahat Sarptunalı, Ali Aydemir, Emil Galip Sandalcı, Arslan Başer Kafaoğlu, Murat Kadri Belge, F. Adalet Sümer, Şükran Ketenci, Gencay Gürsoy, M. Nuri Karacan, Adnan Çelik, Sennur F. Çelik, S. Özcan Öktem, Yücel Sayman, Ragıp Zarakolu, H. Alpay Kabacalı, O. Merih Sezen, Z. Ayla Akbal, Bekir Doğanay, Nebi Barlas, Ahmet H. Kırım, M. Ali Özpolat, Kemal İ. Keleşoğlu, Handan Koç, Gülizar Çağlayan, Didar Şensoy, Tahsin Şulekoğlu, Filiz Karakuş, M, İzzet Eray, Srap Yakut, Sacide Çekmeci, Recep Cüre, M. Oktay Akıncı, Mihriban Kırdök, Şükran Akın, Zarif Sel, Hüseyin Ekinci, Neriman Deniz, İbrahim Saydan, Rona Aybay, Aydın Aybay, Sadık Gürbüz, Osman Ergin, Vahide Açan, Işıl Özgentürk, Müşerref Toper, Mahmut Tali Öngören, Fatma Ümit Sezer, Ali Sirmen, Osman Öge, Mehmet Ali Aybar, Ercümennt Tahiroğlu, Aykut Başçıl, Şirin Tekeli, Niyazi Ağırnaslı, Haldun Özen, Yavuz Önen, Cahit Talas, Hıdır Göktaş, Güngör Aydın, Aydın Erdoğan, Jülide Gülizar, Ayşe Sirmen, Cevat Geray, M. Yücel Akıncı, Kazım Bayraktar, Vecihi Timuroğlu, Hüsnü Öndül, İbrahim Tezan, Zeki Tavşancıl, Ahmet Bozkurt Çağlar, Mehdi Bektaş, Fevzi Bahattin Argun, Ahmet Abakay, Nusret Fişek, İbrahim Açan, Ahmet Tahtakılıç, Veli Devecioğlu, Nevzat Helvacı, Akın Birdal, Fatma Çakır, İsmet Özdal Demirdöven, M. Emin Değer, Halit Çelenk, Gülten Akın, Erbil Tuşalp, İsmail Sami Çakmak, Ali Bozkurt, M. Suphi Gürsoytrak, Aziz Nesin, Haluk Bahri Gerger, Hamdi Konur, Hikmet Koçak, İbrahim Yetkin, Nurkut İnan, İsmet Pekdemir, Perihan Akçam.
(RT/FD)