Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Daîreya Mezin ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) biryara xwe ya dawî ya ji bo doza Osman Kavala îro aşkere kiriye.
Biryara ku di çarçoveya pêvajoya binpêkirinê ya ku ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve di 2yê Sibata 2022an de hatibû destpêkirin de îro aşkere bûye. Di biryarê de hatiye gotin ku Tirkiyeyê berpirsiyariyên xwe yên derbarê biryarên DMMEyê de pêk neaniye.
DMMEyê destnîşan kiriye ku Tirkiyeyê xala 46/1 ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye. Biryar bi 16 dengan li hember dengekî hatiye girtin.
Tirkiye dê ji bo lêçûnên dadgehê 7 hezar û 500 Euro bide Kavala.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê çawa li dijî vê biryara binpêkirinê biryara cezakirinê bide binirxîne.
Bixwîne- Dadgehê cezayê muebbeta girankirî li Kavala û 18 sal ceza jî li 7 kesan birî
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye.(AS/AY)