Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Enqereyê ji 2015ê û vir ve, Meşên li Dijî Transfobî û Homofobiyê yên 17ê Gulanê dihatin qedexe kirin. Cara pêşiyê par li bajêr Meşa Rûmetê pêk hatibû. LGBTI+ên li Enqereyê xwe ji bo meşa duyem amade dikin.
Li gorî nûçeya ku li ser malpera unikuir.orgê hatiye weşandin, LGBTI+an banga tevlêbûna meşa 5ê Tîrmehê kiriye. LGBTI+an di daxuyaniyê de gotiye ku digel tundkarî, zext û zor û qedexeyên di Meha Rûmetê de pêk hatine, li Stenbol, Îzmîr û Antalyayê Meşa Rûmetê pêk hatiye û wê roja înê jî li Eskîşehîrê pêk bê, ji bo ya Enqereyê bang kirine. Li gorî plansaziyê meş wê saet di 17.30 deqîqean de li Kuğulu Parkê destpê bike.
Di sala 2021ê de li Enqereyê çi qewimîbû?
Dihate plankirin ku roja 29ê Hezîranê li Parka Segmenleran meş pêk were lê ji ber ku polîsan ew der dorpêç kiribû, wan biryar dabû ku li Tûnaliyê pêk bînin. Digel zext û zora polîsan çalakvanan mafên xwe yên destûra bingehîn bikar anîbûn, lê hîna di serê çalakiyê de hin ji wan hatibûn desteserkirin. Çalakvanên mayî, berê li Kuğulu Parkê civîna çapemeniyê li dar xistibû û paşê jî ber bi Kolana Tûnali Himliyî ve meşiyabûn.
Di dema meşê de 18 kes hatibûn desteserkirin. Polîsan di wesayitan de destên hin çalakvanan ji paş de kelemçe kiribûn. Parêzera/ê UniKuîrê jî di nav de 3 parêzer çûbûn Midûriyeta Emniyetê û xwestibûn li rewşa desteserkiriya bipirsin. Lê bi sedema maskeyên keskeser li ber devê wan in, destûr nedabûn ku ew bikevin nava Midûriyeta Emniyetê.
Çalakvanên ku hatibûn desteserkirin, bi tohmeta ku “Qanûna Meşên Xwenîşandan û civînan a hejmar 2911ê binpê kirine” lêpirsîna wan kiribûn. 18 kesên ku îfadeyên xwe dabûn, piştî kontrola doktoran, serbest bûbûn. (EMK/FD)