Fotograf: Kalkinma Atolyesi
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (Turk-Îş) encamên ‘Lêkolîna xwe ya Sînorên Birçîbûn û Hejariyê’ yên meha Hezîranê aşkere kiriye.
Li gorî vê lêkolînê;
- Malbateke ji çar kesan pêk tê ji bo bikaribin mehekê xwe têr xweyî bikin, (sînorê birçîbûnê) bi 6 hezar û 391 TLyî heye.
- Mehane pêwîstiya wan bi 20 hezar û 818 TLyî heye (sînorê hejariyê) da ku bikaribin mesrefên xwe yên cil û bergan, xaniyî (kirê, elektrîk, av û sotemenî), veguhastin, perwerde, tendurîstî û yên mîna wan yên pêwîst, bidin.
- Azibekî/e kar dike ji bo bikaribe debara xwe bike mehane 8 hezar û 313 TL jê re pêwîst e.
Di meha Kanûna Paşiyê de kêmtirîn mehane bûbû 4 hezar û 252 TL. Di wê mehê de sînorê birçîbûnê bûbû 4 hezar û 249 TLyî, sînorî hejariyê bûbû 13 hezar û 843 TLyî û ji bo azibekî/e kar dike jî sînorê debara jiyanî bûbû 5 hezar û 587 TL. (HA/FD)