Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Du meh berê danê sibê bû ku li Amedê bi ser malan de girtibûn û rojnameger hatibûn desteserkirin.
Min jî gotina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a “Me dev ji desteserkirina dervayî saetên kar berda” bi bîr xist û der barê qanûnîbûna serdegirtina malan a li hemberî rojnamegeran de nûçeyek çêkiribû.
Kadrî Esen ew rojnamegera bû ku di wê nûçeyê de bi ser mala wî de girtibûn û xwediyê îmtiyazê yê Xwebûnê bû ku tekane rojnameya ku bi kurdî ye.
Du meh derbas bûn. Vê carê jî ji Amedê xeber hat ku 16 rojnameger hatine girtin. Ji rojnamegerên girtî yek jê Mehmet Alî Ertaş Rêvebirê Karên Nivîsan yê Rojnameya Xwebûnê bû û her weha yên din jî Zeynel Abidin Bulut bû ku edîtorê heman rojnameyê bû.
Piştî du mehan em vê carê ne bi telefonê, li Amedê rû bi rû bi Kadrî Esenî re axivîn.
“Yekane rojnama netewî ya ku bi kurdî ye”
Xwebûn rojnameyek çend salî ye?
Xwebûn di sala 2019 de hate damezrandin. Her hefte bi kurdî derdikeve. Bi herdu zaravayên kurmancî û zazakî/kirmanckî yên kurdî çap dibe.
Em tekane rojname ne ku li Tirkiyeyê tenê bi kurdî û bi çapkirî tê weşandin. Li herêmê li çend bajaran yên bi kurdî weşanê dikin hene, lê rûpelên wan yên tirkî jî hene. Ji ber vê yekê ez dikarim bêjim ku em tenê ne.
Bi vê yekê re em di sîstema dîjîtal de jî hene. Malperek me heye, hesabên me yên medyaya civakî hene. Kanalek me ya youtube heye…
Ekîba me bi xwebexşan re em 12-13 kes in. Lê di operasyona dawî de 2 hevalên me yên xebatê û nivîskarek me hatin girtin. Tevî vê yekê jî xebatên me dewam dikin. Me weşana xwe qut nekir.
“Wek rojnameyeke terorîstî nêzîk dibin”
Baş e hûn weke polîtîk rastî zehmetiyên dibin an na?
“Bê guman. Di gel pirsgirêkên pîşeyî em di nêzîkatiya dewletê ya li hemberî me de jî rastî zehmetiyan tên.”
“Ji bo ku me weke dijber, dujmin dibînin heta îro em nikarin bi tu wezîr û endamekî hikûmetê re bên gel hev.”
“Weke mînak dema polîs Xwebûnê dibînin nabêjin ev rojname qanûnî ye, destûra wê ya dozgeriyê heye. Bêyî ku lê binere, weke "rojnameyeke terorê" nêzîk dibin. Bi eşkereyî vê dibêjin; “Xwebûn weşaneke terorê ye. Tenê ji ber ku bi kurdî ye. Kurdî li Tirkiyeyê nayê qebûlkirin. Li hemberî kurdî bêtehamulî heye.”
“Tu rojnameyekê diweşînî, hewqas ked didî, piştî ku di pêvajoyên dijwar de çap dikî, heftane berhemekî derdixe holê, lê ji aliyê dewletê ve tu rêz û hurmeta te nayê girtin. Berevajî te asteng dike, ji bo astengkirinê hewl dide.
Weke mînak dema ku nûçegihanê me diçe daxuyaniyeke partiyeke siyasî tê derxistin. Dibêjin, hûn nikarin vê daxuyaniyê, vê mîtîngê bişopînin. Me weke rojnamevan û rojname nabînin.”
'Dewlet dibêje ku hûn ê pirsgirêkên gelê Kurd ranegihînin'
Hûn derbarê girtina 16 rojnamevanên Kurd de çi difikirin?
“Weke fermî, her çiqas hin hêcetan derxin pêş jî em dizanin ku ev operasyon li dijî rojnamegeriya kurdî bû. Wêneyên ku ji aliyê emniyetê ve hatine weşandin jî nîşaneya vê yekê ye.”
“Polîsan kamera, çenteyê wan, amûra wêne girtinê, logoya rojnameya me, arşîva Azadiya Welat her weha tiştên k udi dema operasyonê de bidestxistin weke sûc nîşan dan.”
“Di salên 90î de wêneyên rojnamegerên ku ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin jî weke sûc dinirxînin. Ewên hatibûn kuştin hevpîşeyên me bûn.”
“Ev nîşana her tiştî ye. Armanc ew e ku bi vî awayî rojnamegerên kurd pasîfîze bike û rojnamegeriya kurdî tine bike. Rojnamegeriyeke li gorî wan ku tê qebûlkirin tê ferzkirin. Dewlet dibêje hûn ê pirsgirêkên gelê Kurd ranegihînin. Tu yê rojnamegeriyeke ku gazinan ji kurdan dike, bike.”
Divê kes li bendê nebe ku em serdana qeymeqam an walî an go serdana wezîrekî ji bo bajêr bikin nûçe. Dema ku îradeya gelê Kurd hatibe xespkirin, em nikarin biçin û nûçeya wan çêkin.”
“Ger em ê vê bikin, ne hewce ye ku em li Ajansa Mezopotamya, Xwebûn, Medya Haber, Stêrk TVyê bixebitin. Em jî dikarin herin li A Haberê bixebitin. Em dikarin ji bo CNN Turkê bixebitin.(HA/AY)