Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Fona Fîlman a Hambûrgê, Helge Albersî silav ji Çîgdem Materê re şandiye ku di Doza Geziyê de girtiye. Albers duh di dema partiya fona fîlman de axiviye û gotiye:
“Ez dixwazim derbarê kesekê de biaxivim ku îro ne li vir e û di heman deme de beşek ji vê civakê ye: Çîgdem mater. Çîgdem Mater çend sal in weke çêkerekê li Hambûrgê kar dikin û di van demên dawiyê de li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye.
“Tevî Osman Kavalayî, mîna her kesên liv ir ji ber kare xwe dikir ji bo 18 salan ew girtine. Ew çêkerek e. Ji ber wê ez dixwazim notekê jê re bişînim. Girtîtiya siyasî tê wateya ku bêdengbûn û nedîtinê. Ez dixwazim Çîgdem bizanibe ku ew tê dîtin û bihîstin. Ji ber ku dîtin û bihîstin, pêwistiyên mirovî yên herî bingehîn in.
Albersî ji beşdaran re gotiye, “Ez ji we hemûyan dixwazim ku hûn bi qasî deng biçe Enqereyê derbixin.”
Beşdarên ji karûbarên sînemayê jî deng derxistine û silav ji Çîgdem Materê re şandine.
Her weha di heman partiyê de hin kaxiz hatine hildan ku li ser wan #FreeÇigdemMater û “Em fîlmên Çîgdem Materê ne” nivîsîne.
Hamburg Film Fonu (@moin_film) başkanı #HelgeAlbers, film fonu partisinden, bugün orada olamayan #ÇiğdemMater’e selam gönderiyor. pic.twitter.com/zYWP6sllTT
— Çiğdem Mater'e Özgürlük (@freecigdemmater) June 21, 2022
(SD/AÖ/FD)