Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamenterê Wanê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûrat Sarisaç, derbarê leşkerên ku li navçeya Elbaka Wanê di dema desteserkirina welatiyekî de gule berdane hewayê û jin derb kirin de, pirsnameyek nivîskî pêşkêşî parlamentoyê kiriye.
Sarisaç di pêşnûmeyê de ev pirs ji Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû pirsîne:
- Di 20.06.2022an de li mezrika Sersûl a gundê Xaşkana navçeya Elbakê ya Wanê di bûyera desteserkirinê de bi deqeyan gule li hewa hatiye reşandin û li jinan hatiye xistin. Derbarê vê bûyerê de di destê Wezareta we de çi agahî hene?
- Haya we ji rewşa ku di bûyerê de welatî pê re rû bi rû mane heye? Rast e ku li welatiyan dane?
- Helwesta hêzên ewlehiyê di bûyerê de li ser çi bingehê ye? Ma wateya vê ya qanûnî heye?
- Derbarê bûyerê de çi lêkolînek hatiye kirin? Heta roja pêşnûmeyê derbarê ti personelek de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na?
- Siyasetmedarê Kurd Omer Işik di 3ê Hezîrana 2022an de li Wanê dema hatiye desteserkirin li mala wî de gule hatiye teqandin. Derbarê gulebarana li mala wî de ti lêkolîn hatiye kirin? Gelo bingeheke qanûnî ya vê yekê heye?
- Sedema, di serî de tiştên ku li Wanê diqewimin û rewşên ku bi vî rengî li ser hev tên qewimandin çi ye? Derbarê vê de ji ber çi tu tedbîr nayên stendin?
Bûldan: Desthilatê dest bi kampanyay hilbijartinê kiriye
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldanê di civîna koma partiya xwe de ev mijar aniye ziman û gotiye:
“Duh dîsa li gundê Xaşkan ê Elbak a Wanê di dema binçavkirina kesekî de dîmenên sosret derketin holê ku hemû cîhan heyîrî ma. Em şaş nebûn ji ber ku desthilatdariyê bi vê rêbazê dest bi kampanyaya hilbijartinê kir. Em vê wehşetê şermezar dikin. Em baş dizanin ku dixwazin gel bitirsînin û bêzar bikin. Lê ya herî baş em dizanin ew e ku ev desthilatdarî ji tirsan diricife, dilerize. Nikare derkeve pêşberî gel û hêzên ewlekariyê dişîne. Lê divê baş bizanin ku kesekî nekarî serî li vî gelî bide tewandin û dê nekarin jî. Hûn dê nekarin wan teslîm bigirin. Dê ev kampanyaya we ya bi çekan dê dawiya we bîne.”
Li Wanê leşkeran dema welatiyek desteser kiriye gule berbi hewa reşandiye. Li ser bertekan Walitiyê ev daxuyanî daye: “De dema zeftkirina şexsekî de leşkeran gule berbi hewa reşandiye û ev ji aliyê hin hesabên medya civakî de cûda hatiye nişandan.”
(AO/AY)