Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî êrîşên li Maliyê ku 132 sivîl hatibûn qetilkirin, Serokomariya wî welatî ji îro (21ê Hezîranê) pê ve 3 roj şîn ragihandiye.
Li gorî nûçeya The New York Times (NYT) hukumeta Maliyê derbarê mijarê de daxuyaniyek daye û aşkere kiriye ku çeteyên cîhadîst di dawiya hefteyê (18-19 Hezîranê) de êrîşî gelek gundên navçeya Bankass kirine.
Erka parastina aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî li Maliyê di sala 2013an de dest pê kiriye. Di vê çarçoveyê de niha li welat nêzî 12 hezar leşker û 2 hezar polîs û efserên din hene. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî diyar kirine ku ji sala 2013an û vir ve zêdetirî 270 mîsyona hêzên aştiyê yên Maliyê mirine.
Hikûmetê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku "gundên Dianweli, Diallassagou û Deguessagou yên navçeya Bankass ji aliyê rêxistina terorê Katiba Macina ya girêdayî Mexrib El-Qaîde (AQIM) ve rastî êrîşan hatin."
Roja şemiyê 18ê Hezîranê li Etiyopyayê ku welatekî rojhilatê Afrîkayê ye li dijî koma etnîkî ya Amhara êrîşeke çekdarî pêk hatibû.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA) li Oromiya ku dikeve navenda herêma başûrê welêt, zêdeyî 200 sivîlên ku piraniya wan serbi koma etnîkî ya Amharayê ne ji aliyê kesên nenas ve hatine qetilkirin.(SD/AY)