Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bekir Guvenê di sala 2021an de ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî hatibû girtin û piştî 3 rojan di hucreya yekkesî de mabû hatibû berdan. Bekîr Guvenê ku ji sedî 98 astengdar bûye, koça dawî kiriye.
Bekir Guven piştî ku tehliye bûbû ji bo dermankirinê biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Yûnûs Emre ya Eskîşehîrê û 4 meh bû li wir derman dibû. Guven sibê piştî nimêja nîvroyê wê li Goristana Asrî ya Eskîşehîrê were binaxkirin.
Piştî hewldana parêzeran Guven, bi biryara dozgeriyê ji girtîgeha ku 3 rojan lê girtî mabû, rakiribûn Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê, pişt re rapora "ji ber pirsgirêkên tenduristiyê divê cezayê wî bê taloqkirin" a ji aliyê Lijneya Tenduristiyê ya nexweşxaneyê ve hatibû dayîn, ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve hatibû pejirandin. Piştî rapora nexweşxaneyê ji aliyê ATK'ê ve hat erêkirin Guven bi biryara Dozgeriya Înfazê ya Eskîşehîrê hatibû berdan.
Bi wesayîta rîngê biribûn ATKê
Guven, bi tena serê xwe nikaribû karûbarên xwe pêk bîne û 24 saetan pêdiviya wî bi alîkariyê hebû. Guven, piştî ku hatibû girtin di hucreyekê de tenê hatibû girtin, piştî bertekan û hewldana parêzeran, ew rakiribûn nexweşxaneyê. Ji bo sewqê gotibûn dê bi ambûlansê bibin lê belê Guven ji nexweşxaneyê, bi rêwitiya sê saetan a bi wesayîta rîngê sewqî ATKê kiribûn.
“Piştî girtîgehê nehat ser hemdê xwe”
Hevjîna Guven, dema ku Guven hatibu girtin ji Ajansa Mezopotamyayê re axafibû û wiha gotibû: "Çend rojên ku hatibû girtin, bû sedemê ku nexweşiya wî 4 salan pêş bikeve. Du caran ket erdê û xwîn çû ser mejiyê wî. Rewşa wî giran e. Bijîşk dibêjin dê ji girtîgehê sax dernekeve."
Piştî ku Guven jî hatibû berdan weha gotibû: "Min bi xwe jiya, girtîgeh ji bo girtiyan guncav nîn in. Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan. Dema ku ez birim cem lijneya tenduristiyê polîsekî xwest kelemçeyê bixe destê min. 3 rojên herî xirab ên jiyana min bûn."(HA/AY)